Heyeta Tevgera Ciwanên Kurdistanê li ser wexwendina Serokê Laqa Şêxan (20) a Partî Demokrata Kurdistanê Brêz Alî Awnî û Perwerdekarê Pêşmergeyên Xwebexş Brêz Dr. Suleyman (Sait Çürükkaya) beşdarî merasîma mezûnîyetê ya Pêşmergeyên xwebexş ên Lalêşê bû.100 xortên Êzîdî bo parastina axa xwe bi awayeke xwebexş dest bi perwedehiya çekdarî kirin. Ev li Laleşê grûba duyemîn a Pêşmergeyên xwebexş e ku ji alîyê Dr. Suleyman ve tê perwerdekirin.Em ji ber karê wan ên pîroz û seknawan ê Kurdistanî Brêz Alî Awnî û Brêz Dr. Suleyman pîroz dikin. Bo wexwendina wan ê bo merasîmê jî spasîya wan dikin.Wê heyeta Tevgerê bi çûndina Parlamentoya Kurdistanê serîlêdanên xwe bidomîne.