Polîtîk

Gotonên cîgirê parlementoyê ji rastiyê dûrin

Di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê, daxuyaniya Aram şêx Mihemed cîgirê serokê parlamentoya Îraqê ku gotibû qaşo Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê ji wî re gotiye ku hikûmeta herêma Kurdistanê naxwaze nûnerên kurd li Bexdayê di civînên navbera her du şandeyên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê beşdar bibin, red dike.Dizeyî dibêje ku, heta niha wext û bernameya serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyar kirin û tişta ku heta niha heye herdu aliyan xwesteke xwe ji bona destpêkirina danûstandinan ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye û hert tişta ji vê yekê zêdetir tê gotoin bi tenê gotina saziyên ragehandinê ye:- Gelek carên din jî birêz Aram şêx Mihemed li ser navê birêz Ebadî ew gotin kirine û ji bo rastî û dirustiya  wan gotinan carekê bi tenê jî pirs bi aliyên kurdî nekiriye. Diyare birêz Aram pê xweşe bibe berdefkê birêz Ebadî, ji ber hindê ez ji wî re pêşniyar dikim dest ji posta cîgirê serokê Parlamnertoya Îraqê berde û bibe berdefk û peyvdarê birêz serokwezîrê Îraqê.
Back to top button