Cîhan

Larîcanî: Çênabe fitnegêrî û nakokî dirust bibe

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja yekşemiyê 18.10.2015ê li Tehrana paytexta Îranê digel Elî Larîcanî serokê parlamentoya Îranê civiya.Di civînê de, Larîcanî kêfxweşiya xwe li hember serdana Nêçîrvan Barzanî bo Îranê diyar kir û paşî behsa rewşa giştiya Îraqê, herêmî û tîkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê de kir û tekîd li ser wê yekê kir ku çênabe fitnegêrî û nakokî li herêma Kurdistanê dirust bibe ku herêmeke aram e û divê bi rêya diyalog û danûstandinan pirsgirêkan çareser bikin û karê pêşîne rûbirûyê metirsiyên terorê û kirîza êkonomî bibe.Serokê parlamentoya Îranê tekîd kir ku welatê wî di hemû deman de piştevan û hevkariya herêma Kurdistanê kiriye û dê li ser wê hevkariyê berdewam be û hêvî xwest ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalog û lihevtêgihiştinê bên çareser kirin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê pêşwaziya lê hatiye kirin kir û alîkariyên Îranê ji bo herêma Kurdistanê bilind nirxandin. Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku ew pêngavên vê dawiyê li herêma Kurdistanê hatine avêtin ji bo aramkirina rewşa herêma Kurdistanê bû û ji bona çaresrkirina pirsgirêkn navxweyî, diyalog û danûstandin di navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê de berdewam dibe.Serowkezîrê Kurdistanê got ku xebatên ji bona jinavbirina metirsiya DAÎŞê berdewam in û got jî ku herêma Kurdistanê giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên digel Komara Îslamiya Îranê dide .Li dor têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayî jî, serokwezîr got ku ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan diyalog û danûstandin berdwam in.

Back to top button