Di çarçoveya beşdarîkirin di konferensa cîhanî ya ewlekariyê ya Munchen ê de, li Tarana paytexta Îranê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê digek Firank Valterştaymer wezîrê derve yê Almnaiyayê civiya.Di civînê de, serokwezîrê herêma Kurdistanê, behsa pêşhatên dawiyê yên leşkerî û siyasî li herêma Kurdistanê kir û bi taybetyî ew arîşeyên di ware siyasî de hatine pêş destnîşan kirin. Barzanî diyar kir ku, pêşhatên siyasiyên herêma Kurdistanê nexweztekîbûn û ji bona aramkirina rewşê diyalog û danûstandin di navbera aliyên siyasî de dest pê kiriye daku hemû alî bi hev re bikaribin wan arîşeyan bi awayekî çareser bikin û zêdetir giraniya xwe bidin ser pirsên serekî weke rûbirûbûna terorîstên DAÎŞê û çareserkirina kirîza êkonomî.Serokwezîr behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Almaniyayê kir û sipasiya gel û hikûmeta Almaniyayê kir ku di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de di ware leşkeî de alîkarî û hevkariya pêşmerge kiriye û wan alîkariyan bandoreke mezin li ser bereyên cengê hebû ku, balansa hêzê di berjewendiya Pêşmerge de daket û hêvî xwest ew alîkarî berdewam bin.Li dor têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, serokwezîrê Kurdistanê, ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan tekîd li ser berdewamiya diyalog û danûstandinan di navbera her du aliyan de, bi awayekî ku di berjewendiya herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de be, kir.Wezîrê derve yê Almaniyayê sipasiya serokwezîrê herêma Kurdistanê kir û ji bo rûbirûbûna terorîstên DAÎŞ û têkşikandina êrîşên wan, destxweşî li xelk û pêşmergeyê Kurdistanê kir. Wî got ku hevkarî û alîkariyên Almaniyayê ji bo pêşmerge dê berdewam bin. Wezîrê derve yê Almaniyayê hêvî xwest ku arîşeyên herêma Kurdistanê bi diyalogê û dûr ji şidetê bên çareser kirin û yekrêziya navbera aliyên siyasî bê parastin û karê wan yê pêşîn rûbirûbûna terorê be.Piştî bidawîhatina konferensê, Mihemed Zerîf wezîrê derve yê Îranê hemû beşdarên konferensê ji bo şîvxwarinê vexwandin ku serokwezîrê Kurdistanê jî yek ji beşdaran bû.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025