Partîyên Kurdistana Bakur teqîna Enqere şermezar dikin.Îro, di pêşengîya KESK, DİSK, TMMOB û TTByê Li Enqereyê ‘’Mîtînga Aşitîyê’’ lidarket. Lê berîya ku mîtîng destpêbibe, du bombe teqîyan û bi dehan kes hatin kuştin, ji sedî zêdetir jî birîndar henin.Ew hêzên tarî yên li TirkÎyê û Kurdistanê dijminatiya aşitîyê, azadîyê, û demokrasîyê dikin, careke din rûyê xwe yê qirêj nîşan dan û ev qetlîama pêkanî. Lê dîrokê bi dehan caran îspat kirîye ku, tu êrîş û qetlîam dê nikaribe rê li ber têkoşîna aşitî, azadî û demokarasîyê bigire. Dewleta Tirk demildest divê faîlên vê qetlîamê derxîne holê. Na heger Dewlet qatilan aşkere neke, wê gavê temama berpirsiyarîya vê qetlîamê dê di hustiyê Dewleta Tirk de bimîne.Em vê êrîşê û yên ku ev êrîş plan kirine û pêkanîne bi tûndî rûreş dikin.Bila serê gelên me û yê malbatên şehîdan sax be. Rehma xwedê li şehîdan be. Şîfayê ji birîndaran re dixwazin.10.10.2015 HEREKETA AZADÎ, KADEP, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
Têkildar
Balkêş e ?
Close