Polîtîk

Gel serxwebûnê dixwaze

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê yê Hêzên Peşmerge Kemal Kerkûkî ragehand ku êdî Kurd naxwazin di ”dojeha” Iraqê de bijîn û got: ”Jiber ku Iraqa yekgirtî bi zorê li hev ve dikin. Bexda jî bi ti rêkeftinan ve pabend nabe.”Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê yê Hêzên Peşmerge Kemal Kerkûkî bo BasNews ragehand ku Kurd êdî di çavçoveya Iraqek yekgirtî de namînin û got: ”Di vê demê de referandûm pir giringe. Divê Kurd di referanûmê de wê biryarê bidin ku ji Iraqê cûda bibin. Ji ber ku heger Kurd ligel Iraqê bimînin, pirsgirêk girantir dibin. Iraqa yekgirtî bi zorê li hev ve dikin. Lê ne Sûnne ne jî Şie naxwazin bihev re bijîn. Êdî Kurd jî naxwazin di ”dojeha” Iraqê de bijîn.”Kerkûkî balkêşa ser alîkariya leşkerî ya welatên hevpeymanan bo Iraqê û got ku eger heye Bexda çekên Pêşmerge naşîne an jî diguhere û yên ne baş dide Kurdistanê.Kerkûkî wiha got: Bexda pabendê ti rêkeftinan nabe. Niha divê hizra wê yekê bê kirin ku rasterast welatên hevpeymanan çek bidin Kurdistanê. Jiber ku em nizanin çekên ku bo Iraqê tên û para Pêşmerge jî tê de ye, lê çawa têne dabeşkirin. Dibe ku rêveberiya Bexdayê beşa Pêşmerge jî digre.”Kemal Kerkûkî got niha çend partî dibe ku jiber berjewendiyên xwe nexwazin Kurd ji Iraqê cûda bibin, lê gehe ji gel bipirsin wê encam serxwebûn be.

Back to top button