CîhanCivak

Xelata Nobel û Dr.Azîz Sancar

Xelata Nobel a di warê Kîmyayê de îsal dan Dr.Azîz Sancar .Gelek malperên kurdî dema ev nûçe dayîn gotin ku kurdek yê Bakurê Kurdistanê xelata Nobelê standiye.Herweha medya Tirkî dan xuyakirin ku Tirke xelata Nobelê standiye.Dema Dr. Azîz Sancar xelat standî hevpeyvinekî televizyonî de wek ereb hatiye nasandin.Piraniya xelkê navçeya Stewrê ku Mêrdîne ve girêdaye erebî qised dikin û erebin. Herweha gelek gundên girêdayî Stewrê jî erebî kiset dikin û erebin.Ya herî girîng Dr. Azîz Sancar xwe wek yek Tirk dide nasandin û li gel dezgehên Tirkî yên Amerikayê kar dike.Prof. Dr. Azîz Sancar xelkê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye û ji dayîk bûye sala 1946`an e, xwendina xwe ya seretayî û navendî li Stewrê ya Mêrdînê temam kiriye û piştre jî xwendina zanîngehê jî li zanîngeha pizîşkî ya Stenbolê temam kiriye. Piştî ku 2 salan li Stewrê doktoriyê dike diçe Emerîka û li zanîngeha Dalas ya wîlayeta Teksasê xwendina xwe ya doktoriyê di warê DNA de di sala 1977`an de temam dike.5614f8b90f254407f0fe1c28nobel-odulunu-aziz-sancar-aldi-4

Back to top button