Polîtîk

Serok Barzanî serdana Akademiya Pêşmergeyên Jin kir(Video)

Roja sêşem 06.10.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta agahdarbûna ji karubarên Akademiya Serbaziya Zaxo û rewşa xulên serbazî û bi taybetî jî yekem xula pêgihandina efserên jin serdana Akademiya Serbaziya Zaxo kir.Li vê serdanê da Serok Barzanî li rêwresma pêşandana serbaziya efserên jinan de amade bû û paşê li gel fermande û mamosta û serpereştyarên Akademiyê û xula taybet bi efserên jin civiya û li civînê de ji nêzîk ve agahdarî naveroka xulên Akademiyayê bû û şîret û rênimayiyên pêwîst xisterû.Piştî vê kombûnê jî Serok Barzanî gotarek ji bo xwendekarên jinên vê xulê pêşkêş kir û têda spasiya fermanberên serpereştê Akademiya Zaxo kir ku di demeke 19 salên derbasbûyî de hejmarekî zêdeyê efseran ji bo welatê xwe pêgihandiye. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî bi amadehiya hejmareke keç ya beşdarbûna wan ya li xula serbazî ya pêgihandina efseran de nîşanda û ji bilî balkişandina li ser rola jinan tekez li wê yekê kir ku keç jî pêwîste mil bi milê kuran bi zanista serbazî bêne perwerde kirin bo ku beşdarî bergirîkirina welatê xwe bibin û her wiha divê pîşana cîhanê bidîn ku me civakeke vekirî heye û cûdahî li nav keç û kuran tûneye û bi tu awayekî keç ji kuran ne kêmtire. Serok Barzanî eve jî xiste rû ku piştî derçûna wê hejmara xwendekarên keç, erkekî mezin dikeve li ser milên wan û divê keçên me eve biselmênin ku li paşarojê de rola wan ji kuran zêdetir dibe. Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser qehremaniya Pêşmerge ya li şikandina efsaneya Da’îş û xweragiriya gelê Kurdistanê wê yekê behs kir ku Pêşmerge ji bo gelê Kurdistanê bûye hêma û pêgeh û keç jî dikarin wê seng û pêgehê zêdetir bikin. Dema wêneya Pêşmerge û keçên me li bereyên şer li vir û li Kobanê li medyayan de dihate dîtin, moral û ure û hîmeta xelkê Ewrupayî jî bilind dikir. Serok Barzanî amadehiya xwe nîşanda ku bi hemû awayekî li Akademiya serbazî de palpiştê vê xula pêgihandina efserên jin bê.Hêjayî gotinêye bi mebesta girîngîdana bi rola jinan ya li bergirîkirina welat û perwerdekirina wan bi zanista serbazî ya serdem de yekemîn xula pêgihandina efserên jinan bi beşdariya 202 keç li Akademiya Serbaziya Zaxo nêzîkî çend meheke destpêkiriye û li meha çara sala 2016 bi dawî dibe. https://www.youtube.com/watch?v=VRhKV2lZNKM&feature=youtu.be 

Back to top button