Dezgeha Rewşnbîrê û Ragihandinê ya PDKê ragihand ku, çavkaniya kirîza Herêma Kurdistanê siyaseta şofînî ya Nûrî Malikî ye û heta heta niha jî berdewam e.Herweha di vê derbarê de şêwirmendên Malikî siyasetmedarên kurd bûn. Hindî kîn û nefreta wan li himber PDK û Barzanî geleke dikarin ji vê kînê gelê Kurdistanê ceza bikin. Ew dixwazin gelê Kurdistanê cezabikin ji bo ku dengê xwe dane barzanî. Herweha ev siyasetmedar ketina nava hewldanekî ku bibin asteng di rêya ragihandina dewleta Kurdî de.Ew derewa dikin, ji bo bighin armancên xwe yên qirêj her rêyekî kar tînin.Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:Bi eqliyeta pêlangîrî kirîz çareser nabinTelevîzyona KNN ku eqliyeta pêlangîrî li pişt e, di dahênana xwe ya dawî de qaşo sedema derengketina dana mûçeyê fermanberan eşkere dike û gotina parlamenterekî YNKê jî wergirtiye.Wan senaryotek danîne û belav kirine ku qaşo Polîtburoya PDKê di civîneke xwe de komîteyek nihênî pêkaniye û bi şêwir ligel şêwirmendên biyanî pilanek bo paşxistina mûçeyê fermanberan daniye. Eqliyeta ku van pilanan deyne tenê armanca wî têkdana aştiya civakî ye.Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Baştirbû ku KNN Telvizyona Goran, Nehêniyên wê yekê belav kirbana ku çawa wan hevkariya endezyarê birîna mûçeyên fermanber û budceya Kurdistanê Nûrî Malkî belavkirba, Gerek endamê fiekesyona kesik jî berê xwe nedaba PDKê. Lê ya gerek ew bû ku berê xwe bide çavkaniya qeyrana Herêma Kurdistanê ku ew jî Malikî bû. Heta niha jî ew çavkanî berdewame. Şêwirmendên biyanî tinebûn lê belê siyasetekê xomalî bû ku kîn û dilreşiyê beramber bi PDKê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heta wê redeye qebûl dikin ku Gelê Kurdistanê sizabikin beramberî dengdana wî bo PDKê û Barzanî.Daxuyaniya Dezgeha Rewşenbîrî ya PDKê vî karê Goran û KNN tv bi karekî şerim dizane û dide diyar kirin ku binpê kirina biryara ragirtina şerê ragehandinê ye. Sedemên derengketina mûçeyên femanbaran jî vedgerîna rewşa giştî ya xirab, daketina nirxê dolar, hatina DAIŞê û siyasetên cewt ên dewleta Iraqê. Ne wek ku KNN diyar dike ku ev pilane PDKê ye. Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Birîna Nanê Xelkê ne ji rewiştên PDKê ye û Xelkên Kurdistanê û bi taybet xelkê Silamniyê zanin bê kî mijûlî birîna nanê xelkê dibûn û dibin.”Herwiha daxuyaniyê tekez kiriye ku “Baweriya xelkê bi van derew û hişê nexweş nayê, PDKê mijûlê başkirina rewşa Pêşmergeyên Qehremane û başbûna rewşa malbatên Şehîdane. Serkeftin dê para aramanc û daxwazên gelê Kurdistanê be.”Ev daxuyaniya Dezgeha Rewşenbîriya PDKê bi wê boneyê hatiye der ku, KNN raportek derbarê gerengketina mûçeyên fermanberên Kurdistanê belav kiriye. Tê de PDKê bi vê yekê tuhmetbar dike û diyar dike ku PDKê vê yekê bi pilan dike da ku xelkê neçar bike ku pêşniyarên wê qebûl bike.Dezgeha Rewşnbîrê û Ragihandinê ya PDKê ragihand ku, çavkaniya kirîza Herêma Kurdistanê siyaseta şofînî ya Nûrî Malikî ye û heta heta niha jî berdewam e, şêwirmendên wî jî ne xerîb bûn, lê belê siyasetmedarên me bûn, ku hiqid û kîneya wan li hember PDKê û Serokê Barzanî zêde bûye ku gihîştiye astekê ku amade ne gelê Kurdistanê ceza bikin, ji ber ku dengê xwe dane PDKê û Serok Barzanî, Herwiha amade ne bibin bibin serqalê têkdana her karwanekî bo dirustkirina dewleta kurdî. Birîna nanê xelkê ne ji exlaqê PDKê ye, baweriya kesî bi derewekî wisa mezin nayê.