Hevkari ya partiyen Kurdistan li Elemaniya di derbarê rewşa Kurdistana Bakur de daxûyaniyek belav kir. Daxûyaniya Hevkariye:  Ji raya gişti rePişti hilbijartinên 7ê heziranê Dewleta Tirkiyê dev ji siyaseta xwe ya diyalog, aşitî û rêbazên demokrasiyê berda. AKP di 7ê heziranê de bi serneket. Têkcuyina AKPê rê li ber Serkokatiya Tayip Erdogan ji girt. Dubarekirina hilbijartinan ji nişana vê yekê ye. Vê gavê li Kurdistanê şereke desthilatdariyê heye. Çi ji ali AKP û çi ji ji ali PKKê.Siyaseta ku vê gavê li gelek bajar, navceyên bakurê Kurdistanê tê meşandin dema siyaseta inkar û imhayê tine bira mirovan.Diroka komara Tirkyeyê ji nişan daye ku şer û siyaseta tundiyê pirsgirêkan careser nake berevajiya wê pirsgirêkan hin zêde dike û dibe sedema trajedî û buyerên xerab.Dimenên li Varto, Farqinî û her talî li Cizirê destnişan dike ku siyaseta diyalog û „pêvajoya careseriyê „ xapandineke. Bala xwe bidin jiyana gel.Li Cizirê bi rojan destur nedan ku gel derkeve derve. Derketina derve hat qedexekirin. Zarok ,keç, xort û kalûpir hatin kuştin. Gel bêav, bênan û bê kehrebe hiştin. Zêdeyî 100 hezar hevwelatiyên me mahkumî hundir bun. Bi rojan cenazên wan li erdê man.Li Farqinê bi dehan xortê kurd kuştin…Zilma wan hin ji didome. Li Niseybinê gel perişane derketina derve bi rojane qedexeye.Ya xeraptirin buyera li Şirnaxê ye.Muamela li cenazeya xortê ku navê wî Hacî Lokman Birlik e ruyê dewleta Tirkiye ya hovti û zilmkariyê derdixine holê.Ev ne siyaset e.Ev ne rêbazek demokrasiyê yeEv ne çareseri yeHin berî viya bi sê mehan di nabêna dewletê û heyeta HDPê de hevditin hebû. Behsa demokrasî, siyaseta sivil û aşitiyê dihat kirin. Çi qewimi ku rewş hat vê radeye.Ji alikî dewleta Tirkiyê û ji aliyê din siyaseta xelet ya PKKê.Kurdistan hat wêrankirin, gel mecburi kocberiyê kirin.Iro li Kurdistan bi dehan şaredari di destê kurda de ye. Bi piştgiriya gel ji %13 deng û 80 parlemeter hatiye qezenckirin. Piştgiriyek zêdeyi 6 milyon rey li gel raya netewî û navneteweyî itibara HDPê xurtir kir. Dewletên rojava kêfxweşiya xwe anin.Ev yeka Dewleta Tirkiyê û PKKê rehetsiz kir.Dewleta Tirkiyê dixwaza li raya netewi û navneteweyi tevgera kurd mahkumî siyaseta tundiyê bike.ji bo çi PKK qanal û riyên siyaseta sivil dibire.Em bang li dewleta Tirkiyeyê û PKKê dikin ku rojek berê destbi agrbestê bikin. Gel perişan û bi tirs dijî, abori têk cuye.Bi siyaseteka aqil selim riya diyalogê hilbijêrin.Pirsa kurd û Kurdistanê pirsa millet û welatek e. Dibê di careserkirina wê de hemû terefên kurd hebin. Buyer û rewşa vê taliyê ji dest nişan dike ku êdi ev pirsgirêka tenê bi hevditina PKKê û dewletê nabe. Dibê Partiyên Kurdistanê, nunerên şarederiya, parlemeterên kurd û dezgehêndemokratik ji beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ev hevditnan dibin çavderiya Yekitiya Ewrupa û Hikumeta Kurdistanê were meşandin.Wek Hevkarî em bang li herdu aliyan dikin ku dev ji şer berdin û werin ser masaya diyalogê.Rêbazên aşitiyê, rêbazên siyaseta sivi û diyalogê ewê hemû pirsgirêkan çareser bike.Bijî yekitiya KurdaBijî doza kurd û Kurdistanê05.10.2015HEVKARIya partiyen Kurdistan li Elemaniya

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: