Pêşmerge devera Kerkûkê ji DAÎŞê pakij dike
Li eniya şer Kerkûkê îro berê sibehê pêşmergeyên Kurdistanê li dijê DAÎŞê bi arîkariya balefirên hevpeymaniya operasyonek mezin destpêkirin.Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di çerçova planekî êrîşbirin ser cih û warên DAÎŞê. Pêşmerge pêşve ket û heta niha 12 gund azad kirine û armanc azadkirina 19 gundaye.Pêşmerge nêzikî Hewica bi 22 km bûye.Sekreterê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji eniya şer ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha 12 gund hatine girtin. Me pilana girtina 19 gundan daniye. Heta niha şer berdewam e.”Mihemed Hacî Mehmûd wiha got: “Tevî ku niha ti pilana me bo girtina Hewîye tune ye, lê ew navçe niha 22 km dûrî me ye.”Derbarê amarên qurbaniyên şer, Hacî Mehm wiha domand: “Şehîd û birîndarên me hene, lê hejmar heta niha nediyar e. Li gundê Mensûriye, ku niha ala Kurdistanê li ser hatiye bilindkirin, 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”