Civak

Serokê Giştî yê PAKê beşdarî merasîma şehîdên PAKa Rojhilat bû

Serokê Giştî yê PAKê Beşdarî Merasîma Şehîdên PAKa Rojhilat BûSerokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li gel endamên Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê, roja 29.09.2015ê li Başûrê Kurdistanê li bajarê Koy Sancaxê beşdarî merasîma 3 şehîdên PAKa Îranê bû.Heyeta PAKê, pêştir seredana ofîsa PAK a Îranê ya li Hewlêrê kir. Paşê li gel rêvebere, endam û malbatên PAKê û şehîdan û rêveberên partiyên her çar perçeyên Kurdistanê, bi ber Koy Sancaxê bi rê ketin.Li Koy sancaxê merasîma spartina binaxê ya şhîdan hate lidar xistin. Ji çar perçeyên Kurdistanê partîyên siyasî beşdarî vê merasîmê bûn.Li ser navê PAKa Îranê Cîhgirê serokê Giştî yê PAKê Husên Yezdanpena axaftinek kir. Paşê ji, li ser navê PDK Iraqê axaftinek hate kirin. Pêşmergeyên PAKê jî helbestek di derbarê şehîdên Kurdistanê de xwendin.Piştî axaftinan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Serokê Giştî yê PAK a Îranê kurê Qazî Mihemed Alî Qazî Mihemed deste gulek danîn ser mezelê şehîdan.Merasîma şehîdên PAKê bi duaya li ser giyanê şehîdan bi dawî hat.Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button