Serok Barzanî pêşwaziya Bavê Şehîd Alan kir
Roja sêşem 29.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Abdullah Kurdî Bavê Şehîd Alan Kurdî kir.Li hevdîtinê de Serok Barzanî serxweşî û hevxemiya xwe bi Bavê Şehîd Alan Kurdî ragihand bi sedema vê karesata diltezîn ku li ser malbata wan da hatiye ku karesatek bûye ji bo hemû Kurdek û hemû malbatên Kurdistaniyan û eve jî xisterû ku rûdawa diltezîna şehîdbûna Alan û malbata wan li serdema niha de, sembol hêmaya mezlûmiyeta gelê Kurdistanê bûye. Serok Barzanî hêvî xwest xwedayê mezin sebir û aramiyê bi Bavê Şehîd Alan bibexşê û jê re ragihand ku hemû malekî Kurdistanê mal û kesukar û nêzîkî wanin.Li beranber da Bavê Şehîd Alan ji bo hevsozî û bi deng ve hatina wan spasî helwesta Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û paşê jî Serok Barzanî ji jiyan û guzeran û kêşeyên xwe agahdar kir.