CivakKultur

Bi hêzkirina nav mala Kurdistanê destkeftina herî mezin e

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca pîrozbahiya cejna qurbanê daxuyand ku tiştên li navçeyê rû didin ferz dikin ku, ji bo bihêzkirina nav mala Kurdistanê, divê bijardeya sereke ya çareseriya nakokî û rikberiya siyasî, bi rûniştin û giftûgo be.Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna qurbanê peyamek nivîskî weşand û cejna gelê Kurd, malbatên şehîdên Kurdistanê û hêzên ewlekariya Kurdistanê pîroz kir.Mesrûr Barzanî diyar kir ku ligel hebûna pirsgirêk û qeyranan jî eve zêdetirî salekêye Pêşmerge û xelkê Kurdistanê, bi nêrînên cûda yê siyasî ve jî bi îradeyek niştîmanî, pir bi qehremanane û berxwedêriyeke ku di cîhanê de wêneyê wê kême, rûbirûyê dirindetirîn dijminê mirovahiyê bûye. Herwiha pêşwaziya jimareyek mezin ê penaberan kiriye.Mesrûr Barzanî got; ”Ev jî diselmîne ku asoyek geş li pêşiya Kurdistanê ye ku ji ferhenga lêbûrdeyî, mirovdostî, aştîperwerî û mafên xwe yên reva jî gavan aşve navêje.”Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di berdewama peyama xwe de wiha got; ”Ew geşedanên ku li rûdanên navçeyê de tê pêşbînîkirin, ji hemû aliyan dixwaze ku pêwîste bijardeya sereke ya çareserkirina pirsgirêkan, girjî û rikberiyên siyasî yê Kurdistanê, bi rûniştin û giftûgo be.”Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev rêbaz ji bo bihêzkirina nav mala Kurdistanê, parastin û bidestxistina destkeftiyên mezintir, çareserkirina giriftên jiyanê ku xelkê Kurdistanê rûbirû maye û jiyanek şayan bo hemû hemwelatiyên Kurdistanê jî pêwîstiyeke.

Back to top button