Nivîsar

Koçberiya kurda ji bê dewletiye

  “Îlahî biçim cem kê biçim cem kêEz ku bê dest û pa me biçim cem kêHemû min biqewrînin teme cem teKu ji te biqewirim biçim cem kê” Ev beyt ji çarîna Baba Tahirê Ûryan e; Tu dibe qey wî liser koçberiya Kurdên binxetê a vê demê gotiye.Mêr, jin, ciwan kal û zarokên Kurdên binya xetê ji ber zilma Bişar ESED û DAÎŞ ketin ser rê û berê xwe dane welatên biyaniyan. Çol û çiya, bajar, gûnd û welat li pey xwe hiştin, Bi hezaran kesan xwe li sînorên dewletan xistin bi rojan, bi mehan tî, birçî, dibin tava havînê de,li ser rêyan, şeveder, bê kes û kûs ji ber zilma Esed û Daîş berê xwe didane xerîbiyê, Ewropa û welatên xiristiyanan da ji vê zilmê xelas bibin, bi hêviya jiyaneke aram û azad. Lê mixabin di rê de rastî keresat û rewşên gelek dijwar û nexweş têtin.di avên deryayê de dixeniqkin, yên winda dibin, yên ko termên wan bi pêlên avê li keviyên deryayê dixin “Dê weledê xwe tevêjê ,weke roja hişrê” kes li kesî venagerê, wey li wî ko xwe zûka bavêjê ber deriyê rojavayê Ewropa nava biyaniyan. Lewra ew der pir aramin, demokrasi û mafê mirovan heye,dadwerî misogere, dê eboriya xwe jî vergirin. Lê rêya azadiyê û aramiyê di nava alûziyê û metirsiyêde derbas dibe!. Bi min keresata herî mezin ewe ko ev koçberên gelê Kurd ji ola îslamêne ji ber hikimranêniya dewletên Ereba direvin û xwe tavêjin tor û bextê alêma xiristiyanan. Herêma ko ev peneber jê di bezin bi 20’an dewletên îslamî hene lê evaya nayê wê wetayê ko ev koçberî jiber ta’deya ola îslamê afiriye. Ev koçberî ji ber zilma dîktatorên Erebin, ti edeb û helwestê îslamî bi wana re nîne. Ew li van kesana xwedî derneketin û ne jî di pêşberî vê zilmê de dengê xwe dernexistin, belkî jî ew vê rewşê pir bi kêfxweşî temaşe dikin. Xwedawo ma qey di vê dinyayê de bes Kurd dijîn, ko bi sed salaye qetilkirin. Zindan koçberî û talan bes ji kurdan re ye. Ma bo çî, çavê zilmê hineke din jî na bînê. Ma bo çî destê dilovanî û helwestên aram ji Kurdan re düre, wa nabînê. Yên têtin kûştîn Kurdin, yên peneberdibin Kurdin, yên ji keda xwe têr nabin Kurdin, yên axa wan dagirbuyî Kurdin yên ji hemî nerxên neteweya wan qedexe buyîn Kurdin, yên ko eve çar hezar sal dibin şerî dene dîsa ew Kurdin. Asuriyan, Girêkan ,Eraban, Farsan, Osmaniyan herdem şerê Kurda kirine û îroyîn jî hemî Ereb, Faris Tirk şerê gelê Kurd û xaka Kurdistanê di meşênin û qet na rawestînin . Xwedawo ev bona çî fermana van kesan li ser neteweya kurda di domê. Me hêvî ji dilovaniya te heye, êdî bese ev zilim nema têtê hezim kirin!. Ma gelo gûnahê me çiye? Gelo Erab û hikimranê van dewletan Ji ber ko Selahaddînê Eyûbî Qûdsa şerîf ji xaçperestan sitand û radestî Ereba kirKurdan siza diki, Kurdan ji axa wan derdixin û berê wana didine rêya çûn û nehat ê.Bi vî wechî Kurd têtin xêlatkirin. Weke beyta şaîr ; Gelê Kurd bê mecal û bê destû pê ji cîwarê xwe direvê diçe Tirka na debirê, diherê ewropa na hawênin hemî derî li ber asê dibe, her der û her welat wan diqewirînê ma dê biçin cem kê. Îlahî dê bêne cem te ew hêvîdarin ko ji te neyêtın qewirandin.Em ji serokê herêma a Kurdistana Federe hêvî dikin ko Hewîldanên xwe yên dîplomasiyê berdewam bin da zûtirîn çareyekê ji van peneberan ra bête dîtin. Eger Binya xetê(Rojavayê Başûrê Kurdistanê) ji Kurdan vala dibe. Ev rewşek gelekî xirabe. Çaresrîkirina pirsgirêka vê peneberiyê û rê girtina li ber valakirina rojavayê Başûrê Kurdistanê îro ji xebata serxwebûna Kurdistanê elzemtir bûyiye. Em pir kêfxweşi ko her çiqas ne serbixwe bê jî vayedewletek a me heye. Dê rojek werê di rojhilata navîn de Kurdistana gewre ava bibit, dê maxdûriyeta me xelas bibê lê em dê qet nebine maxrûr. Ji bilî van hemû nexweşiyan em dê di gerdûnê de demokrasi û dadwerî yeka herî bi hêz û berz ji dinyayê re diyarî bikin. BIJÎ DADWERÎBIJÎ KURD Û KURDISTANIYANEm dê bi helbesta Ehmedê Xanî bi dawî bikin.Ev Rom û Ecem bi wan hesar inKurmanci hemî li çar kenar inHerdu terefan qebîlê KurmancBo tîrê qeda kirîne armancGoya ku li ser heddan kilîd inHer taîfe seddek in sedîd in 21.09.2015Mehmet Emîn KARDAŞSerkê Giştî yêPartiya Demokrata Kuardistanê TirkiyaPDK-T

Back to top button