Cîhan

Du wezîrên Norvejê li Hewlêrê ne

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja duşemiyê 24.08.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Borg Birêndî wezîrê derve û Îna Erîkson wezîra bergiriyê yên Norvejê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkar û fermandarên leşekî pêkhatibû, kir.Wezîrên hikûmeta Norvejê kêfxweşiya xwe li hemebr serdana bo herêma Kudistanê diyar kir û destxweşî li hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku karîne hindek ji pirsgirîkan ji sedema êrîşên terorîstên DAÎŞ li herêma Kurdistanê çêbûne, çareser bikin.Wezîrên norvejî sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li hijmareke gelek mezin ya koçber û penaberan kiriye, hewandine û xizmetgozariyên esasî jê re dabîn kirine û civaka navdewletî jî van xebatên însaniyên xelk û hikûmeta Kurdistanê bilind dinirxîne. Şandeya hikûmeta Norvejê got ku civaka navdewletî bi cavê qedir û hurmetê li mêrxasî û serkeftinên pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorîstên DAÎŞ temaşe dike ku Pêşmerge karî pêşiyê li êrîşên DAÎŞ bigire û wan têkbişkîne.Wezîrê parastinê yê Norvejê pabendbûna welatê xwe bi hevkarîkirina hêzên pêşmerge bi tayubetî di ware meşiq û rahînan de nîşan da.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana şandeya Norvejê bo herêma Kurdistanê kir û li ser navê xelk û hikûmeta Kurdistanê sipasiya gel û hikûmeta Norvejê kir ku, di demên dijwar de hevkariya herêma Kurdistanê kiriye û hêvî kir ku ew alîkarî berdewam bin ji ber ku ji aliyê manewî ve tesîreke ber bi çav heye.Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Norvejê û civaka navdewletî kir ku, bi awayekî raste rast yan jî bi rêya rêxistin û ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve di ware însanî de zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bikin û li ser meşiq û rahînana pêşmergeyê Kurdistanê berdewam bin.Rewşa Îraqê û deverê û rewşa siyasiya herêma Kurdistanê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de hatin gotûbêj kirin.Weke tê zanîn di civînê de, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û Mistefa Seîd Qadir wezîrê karûbarên pêşmerge û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Kurdistanê amade bûn.

Back to top button