Melekê dawetnameya TRT6ê red kir
Hunermnda ciwan û dengxweş, stranbêja ji bakurê Kurdistanê, Melek Rojhat yekemîn albuma xwe ya sitrana li başûrê Kurdistan belav kir.
Hunermenda gênc Melek ji rojnameya Sivîl re got: Ev nîzîkî du mehane albuma min ya sitaran binavê (dûriya evînê) li başûrê Kurdistanê hatiye belav kirin û çand rojeke jî li bakurê Kurdistanê bilav bûye. Lê mixabin her zû kete ser înternetê û hat kopî kirin. Vê yekê ez gelek êşandim, çimkî min gelek mesref li albuma xwe kir bû. Min nêzîkî deh defter dolara ( sed hezar dolar) meserf kirine.
Melek ji rojnameye navborî re dibêje: Tîmeke pirofesiyonal ji Tirkiyeyê hatiye başûrê Kurdistanê û di van rojan dê li Duhokê hindek sitranên xwe vîdiyokilîp bikim.
Melek Rojhat dibêje ku piştî albuma wê derketî gelek dawatname jê re hatine ku li Kurdistanê û û Ewropayê konsertan bide û got: Telefiziyona TRT6ê jî dawetname ji min re şandiye ku bernameyekî bo bikim. Lê min dawetnameya wan red kir. Ji ber ku ew TV binavê kurdan, lê ne ji bo kurdan kar dike.