Polîtîk

Qehwecî: Bêhna şerê navxweyî ji daxuyaniyên berpirsên Goran tê

Seroka firaksyona Reform û Pêşkeftin ya Tirkmenan li parlamentoya Kurdistanê bi hişkî bersiva serokê Tevgera Goran û serokê firaksyona wê tevgerê li parlamentoya Kurdistanê dide û dibêje: Tevgera Goran bi êşekê nexweş ketiye û êrîşî hemû aliyan dike.Bêston Fayeq parlamenterê Tevgera Goran li parlamentoya Kurdistanê di daxuaniyeke xwe de êrşî ser tirkmenan û kêmneteweyên din kiribû û gotibû wan xwe firotiye Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û PDK jî wan ji bo diruskirina fişarê li ser aliyên din bikartîne.Munaqe Qehwecî seroka firaksyona Reform û Pêşkeftin ya Tirkmenan li parlamentoya Kurdistanê bersiva berpirsê Tevgera Goran dide û ji Basnews re dibêje: Tevgera Goran bi êşeke ecêb ketiye û êrîşî ser hemû aliyan dike. Me, weke tikkmen di nav aliyên siyasî û di nav komîteya nivîsîna destûrê jî de li ser lihevhatina hemû aliyên siyasî kar kiriye. PDK û Mesûd Barzanî bi cidî lêdixebitin ku mafên tirkmen û kêmneteweyên din di destûra herêma Kurdistanê de bên çespandin. Vêca ev yek çima xerape? Tiştek din jî, Mela Mistefa Barzanî yek ji parêzerên bidestxistina mafên tikmenan bû. Em ji ber van sedeman rola PDK û Barzanî bilind dinirxînin, çima ev xwefirotin be , herweke Goran îdiya dike?Qehweçî dibêje hindek alî nexweş ketine û Xweda şîfayê ji bo wan bide û vegerin ser rêya rast, çunkî daxuyaniya parlamenerê Goran bêhna şerê navxweyî jê tê û bila tevgera Goran piştrast be 23ê hizîranê dubare nabe.Seroka firaksyona Reform û Pêşkeftin ya Tirkmenan li parlamentoya Kurdistanê daxwazê ji Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê dike rê ji wan parlamenteran re ne de yên ku li dijî pêkhateyên cuda daxuyaniyan didin ku ev yek ne di berjewendiya tu aliyan de ye.

Back to top button