Tevgera Ciwanên Kurdistanê gelekîdibe babetê gotubêja. Her demî Tevgerê gelek vekirî xwe daye nasandin. Bîr û baweriyên Tevgerê gelekî zelalin. Xwedî bernamene û bernama wan bi ivîskî hatiye belav kirin.Lê cardin Tevger tê gotubêj kirin. Her demî di çalakiyan de, vekirî baweriya xwe dibêjin. Cardin li ser pirsekî berpirsê Tevgerê Sehat Mêrdînî behs siyaseta Tevgerê dike.Mêrdinî dibêje:Em ne artêş, partî û eniyekin. Em fikrekin, fikra serxwebûn û azadîya Kurdistanê. Em baş dizanin fikir wekî wayrosê/vîrûs ye, dixwaze belav bibe, geş û xurt bibe. Carek, bes carek mirov jê bawer bikin, êdî jiyana wan ser û bin dike, jiyana wan diguherîne. Tu hêz nikare rê li ber belav bûna fikran bigire…Em ciwanên Kurdistanê ne û temsîla fikra serxwebûnê dikin, em baş dizanin, kû em çi dikin. Em sînorên dagirkeran li pêşiya me daniye nas nakin. Em bi hebûna xwe bakûr û başûr digêhînin hev, em pirekê di nava ciwanên rojhilat û rojava ava dikin, ev pira ne ji hesin û çimentoyê ye, ev pira bi bîr û baweriyê hatiye ava kirin.Em bi xwe bawerin, bi hevalên xwe bawerin, ew fikra kû em dixwazin belav bibe jê bawerin. Em xwendevanên medreseya Kurdayetî yê ne.Em navêjin hûn nikarin me bikujin, tune bikin, bigirin, hûn zalimin û dikarin van tiştan hemiyan bikin, lê hûnê tu carî nikari bin fikra kû em jê bawer dikin tune bikin, ew dê her hebe û her bijî.