Civak

Dayika şehidan:Bi hest û soza şehîdan nelîzin.”

Dayika şehîdên Kurdistanê daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike ku rêzê ji qwîna şehîdan re bigirin û li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê lihev bikin. Herwiha dibêje ew tişta ku hûn dikin hest û dilê malbatên şehîdan birîndartir kiriye.Ayişa, dayika şehîdên Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Kesê ku li Herêma Kurdistanê piştgiriyê li Hêzên Pêşmerge û dayikên şehêdan dike, Serok Barzanî ye. Ez weka dayika 3 şehîdên Pêşmerge ku zarokên min li Zûmarê di eniya şer de şehîd ketine, bi navê hemû dayikên şehîdan daxwaz ji partî û aliyên siyasî dikim ku tiştekî bikin da ku xwîna şehîdan vala neçe, ji ber ku tişta ku ew niha dikin hest û dilê malbatên şehîdan birîndar dike.”Dayika şehîdên Kurdistanê wiha got: “Ji bo ku xwîna şehîdên me vala neçe û kurd bigihê hêvî û awatên xwe, em daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî dikim ku eger bixwazin rêz li xwîna bigirin bila li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bigihên tifaqekê û lihev bikin, yan jî wê derfetê bidin malbatên şehîdan ku serokê Herêma Kurdistanê bi rêya xelkê were hilbijartin, bervajî vê yekê her awayekî din xweferizkirin e û ev lihevnekirin dibe sedem ku birînên dilê dayikên şehîdan kûrtir bibe û dibe ku em jî helwesta xwe nîşan bidin.”Wê dayika 3 şehîdan wiha domand: “Wek dayikeke şehîdên Kurdistanê piştgiriyê li peyama Serok Barzanî bo Hêzên Pêşmerge dikim û dengê xwe dixim pal dengê Serokê Herêma Kurdistanê û daxwaz ji hemû partî û aliyê siyasî dikim tifaqeke wisa bikin ku xwîna şehîdan vale neçe, herwiha careke din bi hest û soza şehîdan nelîzin.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button