Polîtîk

Teksta axaftina Nêçîrvan Barzanî li mezargeha Şerefedîn

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, di merasimeke bijarte de, termê 67 şehîdên kurdên êzidî ku, bi destê terorîstên DAÎŞ hatibûn şehîd kirin, îro roja pêncşemiyê 13.08.2015ê, li mezargeha Şerefedîn li qontara çiyayê Şingalê hatin veşartin.Di merasimê de ku, Civata Ruhaniya Êzidiyan, hijmareke ber bi çav ji kesatiyên ola êzidiyan, misilmanan û mesîhiyan, malbatên şehîdan, wezîrê karûbarên şehîdan û berprisên îdariyên deverê amade bûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û ev li jêr teksta wê peyvê:Malbat û xûşk û birayên me yên êzidîBeşdarên vê merasima hêjaHûn hemû bixêr hatin û silavên Xweda li we binÎro em hemû bi hev re li vir civiyane daku beşdariyê di merasima vegerandin û veşartina termên pîrozên 67 şehîdên me yên êzidî bikin ku qurbanîyên yek ji hovtirîn û mezintirîn tawanên dîrokê ne li hember mirovatiyê. Ev merasime, herwesa, nîşaneke din ya xedir û mezlumetiyeke emzin ya gelê kurd bi tevayî û xûşk û birayên me yên êzidî bi taybetî ye. Çunkî ev tawana li hember van şehîdan û bi sedan şehîdên din li vê deverê hatiye kirin, carekê jiber ku ew kurd û careke din jî jiber ku ew êzidî bûne.Tawanên ku li dijî kasûkarên me yên êzidî hatîn kirin, birîneke kûr e, tu carî nahête jibîrkirin û ew birîn wisa bi hêsanî jî sax nabe, lê herweke me di dîroka xwe de gelek caran qurbanîyên gelek mezin dane, gelek caran dijmina fermana me rakiriye û ji bona jinvbirina me hewil dane, vê care jî, raste dijminan birîneke dijwar li ser dilê me hemûyan dirûst kir, lê dîsa weke hemû caran kurd û êzidî jinav neçûn, em man û pê re em serkeftin û serbilind man. Sibê jî bi saya xûna van şehîdan, bi saya qurbanî, rondik, xebat û tekoşîna kesûkarên me yên êzidî û hemû pêşmergeyên mêrxas, dê gehîne serkeftina yekcarî. Dê Şingalê û hemû deverên din yên Kurdistanê ji dijminên Xweda û dijminên mirovatiyê rizgar bikin.Em ne Şingalê û ne jî yek bihusta axa Kurdistanê li tu cîyekî di destê dijminan û terorîstan da nahêlin, pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê, heta dawiyê, heta rizgarkirian Şingalê û hemû gund û deverên kesûkarên me yên êzidî û hemû axa Kurdistanê, dê li ser tekoşîn û qurbanîdana xwe berdewam bin. Xûna geşa van şehîdan û ax û nalîn û rondikên dayk û xşûkên me yên êzidî, dibin hêviya serkeftineke mezin ji bo hemû deverên êzidiyan û ji bo hemû Kurdistanê bi tevayî.Bi her buhayekî be, em dê Şingalê û hemû deverên din rizgar bikin û dê Şingal bo ser herêma Kurdistanê vegere. Em dê jinûve Şingalê avadan kin û dê jiyanê û pêkvejiyanê û aramiyê ji bo vî bajarê dîrokî vegerînin. Ev bajêr ji kevin de maka jiyanê û pêkvejiyana ol û neteweyan û pêkhateyên cudayên olî û neteweyî bûye. Em xûna van şehîdan û jan û birînên malbat û kesûkarên wan ku, kesşkar û xûşk û birayên me ne jî, jibîr nakin.Em, êş, zehmetî, serma û germaya îro kesûkar û xûşk û birayên me yên êzidî di kampên koçberiyê de dibînin, em wan jibîr nakin û berdewam digel saziyên hikûmetê ji bona baştirkirina rewş û jiyana wan lêdixebitin. Bi hêviya ku di zûtirîn dem de hemû cî û warên wan bên rizgar kirin û bi aramî û serkeftî bo ser mal û milkên xwe bo ser cî û warên xwe vegerin.BirêzanBi vê minasibetê ez dixwazim hemû kesşkar û xûşk û birayên me yên êzidî piştrast bikim ku, hindî xûşkeka me, yan jî birayekê me, hindî zarokek di destê terorîstan de mabe, em dê li ser xebatên xwe berdewam bin û her tiştê ji destê me bê ji bona rizgarkirina wan em qisûriyê nakin.Her ji roja yekê, bi taybetî ji bo vê dosyeyê, me ofîseke taybet vekiriye û kar li ser vê pirsê dike û sipas ji bo Xweda û kar û westiyana wan, heta îro me karî zêdetir ji 2058 kesan ji xûşk û birayên me yên êzidî ji destê terorîstan rizgar bikin. Ez dixwazim sipasiya vê ofîsê û serperiştiyarê wê rêzdar Xeyrî Bozanî bikim, sipasiya rêvebirê giştiyê karûbarên êzidiyan û hevalên wî li wê ofîsê bikim ku bi rastî karekî gelek mezin û pîroz bi cî kirine.Careke din jî, ez hemû kesûkar û xûşk û birayên me yên êzidî piştrast dikim ku, her çi pêwîst be ji bona rizgarkirina xûşk û birayên me yên di destê terorîstan de mane e dê bikin û her alîkariyeke ji bona rizgarkirina wan ji destê terorîstan lazim be, em amade .Li ser asta navdewletî jî, xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê berdewamin ku dosyeya fermana li ser êzidiyan hatiye kirin, li cîhanê weke jênosîda bide nas kirin. Ji bona vê armancê jî tîmeke hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya rêzdar Mehmûd Hacî Salih wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan yên xebatên cidî û berdwam digel sazî û nawendên navdewletî dikin. Vê tîmê jî heta niha karekî baş kiriye û em sipasiya wan dikin.Xûşk û birayên hêjaTiştekî din ku ez dixwazim di vê merasimê de behis bikim; pirsa derketina hindek gêncên êzidiyane bo derveyî welat. Me ev pirs berî niha jî digel Civata Ruhaniya Êzidiyan û kesatiyên êzidî behis kiriye. Baweriya me ewe ku, derketin û hêlana welêt ne tiştekî diruste, êzidî û êzidiyatî li Ewropa û li xerîbiyê nahête parastin. Ciyê ku êzidiyatî lê geş dibe, Lalişa noranî û Şingal û Şerefedîn in, ne li Ewropa û welatên xerîbiyê ye.Raste karesateke gelek mezin ya li vê deverê qewimî, raste tawanên gelek mezin yên hatîne kirin, raste fermaneke din ya hatiye rakirin, lê dîsa jî êzidiyatî bi terka welêt û hêlana axa bav û kalan, nagehîte tu qonaxan. Êzidiyatî û ol û kultûra êzidiyan li vir e, li ser axa bav û kana dê bên parastin. Em hemû bi hev re parêzvanên êzidiyatîyê û parêzvanên Lalişa noranî, Şerefedîn û Şingalê ne.Ev tabloya îro em li vê deverê û li vê marasimê dibînin, eger em berê xwe bidin vê pêkvejiyanê, em dibînin mamosteyên olî yên misilmanan, mamosteyên olî yên kiristiyana û êzidiyan li vir civiyane, pêkvejiyana îro zemaneteke ji bo serkeftina me di pêşerojê de ji bo Kurdistaneke azad û avadan û Şingaleke avadan û serkeftî, eve zemaneta serkeftina me, ev tabloyê ciwan ya ku îro em li vir di vê merasimê de dibînin ku, hemûyan zehem kêşaye û rêyeke dûr hatine ji bo beşdarîkirinê di vê merasimê de, peyameke gelek giringe bo cîhanê, peyameke mezine ji bo wan terorîstan, peyameke ku ev pêkvejiyana me ya dîrokî di navbera îslam, êzidiyatî û mesîhiyetê de û hemû pêkhateyên din yên neteweyî û olî di welatê me da, dê berdewam be û em hemû bi hev re dê parêzerên vê çendê bin.Divê em hemû bi hev re kar bikin û lêbixebitin daku êzidiyatîyê li cîyê xwe, li ser axa xwe, di nav war û mezargehên xwe yên pîroz da bimîne û bê parastin.Li dawiyê, careke din em bejna xwe li hember canê paqijê van şehîdan û hemû şehîdên Kurdistanê diçemînin û sersaxiyê li malbat û kesûkarên wan û li hemû Kurdistanê dikim. Di vê minasibetê de û li vî cî careke din destxweşiyê li wan pêşmergeyên mêrxas dikim yên ku zehmet dîtî û ev dever parastî, ew pêşmergeyên wê rojê Şerefedîn parastî li ba me bi qedir û qîmetin. Em li vir wan rojên zehem li bîra xwe tînin ku wan tê de bergirî û berxwedan û xweragirî kir û nehêla ev mezargehê pîroz bikeve destê terorîstan. Careke din li ser navê we destxweşiyê li wan dikim. Destxweşiyê li hemû pêşmergeyên qehreman dikim ku, di encama xebat û westiyan û xûna şehîdan îro em li vir bi serbilindî vedigerîn ser axa xwe û termêt wan ezîzn xwe vedişêrin, em li vir peyamekê ji bo hemû cîhanê radigehînin ku em dê bi hev re bimînin û pêkvejiyan dê ya berdewam be li Kurdistanê û bi hîmeta xweragiriya van qehremanan, Şingal jî dê bê rizgar kirin û avadan kirin. Bi anahiya Xweda dê pêşerojeke baş ji bo vî welatî û miletî bi dest bê.Gelek sipas

Back to top button