Qedexekirina Rûdawê û helwesta medya kurdî
Qedexekirina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê encama siyaseta PYD/PKKê ya yekalî ye û ya bê tolerans se. Ew siyaset ji xwe pêve kesekî qebûl nake û rê nade ku di bin desthilatdariya wan de dengek din ji yê wan cuda derkeve.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk ji bo propaganda PKKê demek kurd Rûdaw qedexe kir. Li Rojava ji bo çi Rûdawê qedexe dike? Ji bo ku Rudaw bi temamî ne di bin bandora wan de ye. Tu medya kurdî wek Rûdawê şerê YPG li dijî DAÎŞê negihand cîhanê.
Lê ev ne cara yekeme ku PKK li himber Rûdawê vê dikin. Li Bakur nehiştin Rûdaw di çalakiyên wan de amade bibin,êrîşê nûnêrên Rûdawê kirin li wan dan, heta li Hewlêr peyamnêrên Rûdawê birîndar kirin. Lê tu cara helwesta pêwist nehat danîn.
Pêwista qedexekirina Rûdawê bi tundî bê şermezar kirin û heta PKKê di vê derbarê de daxuyaniyekî nedê û doza lê borînê ji medya kurdî neke, divê li dijê vê siyaseta teng û ne Kurdistanî kampanyak bê vekirin.
Rojane mirov li medya YNKê, Goran û gelek aliyên din dinêre ka gelo di derbarê qedexekirina Rûdawê çi helwest danine,
Her çewe be ev ji bo desthilata “Kantona Cizîrê“ û hemû aligirên wê rû reşûyek e.