Armanca mamê min serxwebûna Kurdistanê ye
Dema bapîrê min yê mezin Abdulselam Barzanî sêdarê de canê xwe ji dest dida, yên ku bapîrên wan li Çanakkaleyê ji bo Tirka dihatin kuştin, îro dibêjin me“ hun şirîkê Tirkanin“Sala 1947ê bi dorpêçkirina Îranê 1500 zarokên me ji birçîya mirin. Lê yên îro mil bi milê Îranê ne dibêjin me “ hun hevalên Îranê ne“Bapîrê min Mele Mistefa 57 salên xwe ji bo her çar beşên Kurdistanê li serê çîya derbas kirin , gotin me “ Hun axa ne“Dema sala 1983ê Saddam 8 000 Barzanî sax kirin bin axê û hovane ew qetil dikiran, yên ji Saddam re digotin birêz û bi hurmet li tenişta wî disekinîn, bê ku şermê bikin ji mere gotin“ we bi tankên Saddam êrîşê kurda kir“Mamê min Mesud Barzanî 14 saliya xwe de ji dev her tiştekî berda ji bo gelê xwe dest avêt çek û bû pêşmerge û heta 69 saliya xwe hêja li eniya şer e.Di jiyana xwe hemûyê de li dijê partiyek yan jî dezgehek kurd yek xeberek nexweş negot.Yekemin armanc û xeyalî wî serxwebûna Kurdistanêye.Mamê min, serokê min hezar canê min hebê ez qurbana wî dikim, bû armanca hekaret, bêbextî û îftirayên mezin.Cardin me deng nekir.Eve sed salin em şerê dijmin dikin, lê em şerek mêrane û merdane dikin. Dema em dirûnin li ser maseyê hevdîtina dijminê me jî rêzê li me digre. Ji ber ku gotina me û kiryarên me yek e.13.850 şehîdên malbata Barzanî çêbûne.Lê me ne ji kurdan ne jî ji miletek din bi zanebûn yek zarok yan jî jin nekuştiye.Me tu cara li bajara ,li gunda cihê ku xelk zererê jê bibîne êrîşê dijmin nekiriye û şer nekiriye. Ji ber ku ji bo me armanca sereke parastina xelkê ye. Îro jî em vê yekê dikin.Li gel du birayên xwe, 17 pismamên xwe û bi hezaran ji malbat û mirovên xwe li eniya şer refên herî pêş de şerê dijmin dikin û li eniya şerin.Eger îro rêzgirtin li cîhanê de li birêz Barzanî tê girtin, sedema mezin ewe ku; Xwediye gotina xwe ye û tu cara soza tişta ku nikaribe bike nade.Gelo we carekî ew dîtiye ku kesekî tehdît bike?Hun tu cara bûne şahid ku derkeve ser televizyonekî û bêje ; min filan û bevan tişt kiriye?Ew herdemî bê deng sekiniye. Lê di nava wî de bahozek heye.Ez du cara bûme şahid ku, ew girîyaye.Sala 2011ê ji bo Roboskî.Sala 2014ê ji bo Şengalê.Ew aliyên îro bê ku şermê bikin hekaretê lê dikin, divê bizanibin;Ew pêşmergeye ku eve 55 salin ji bo gelê xwe şer dike.Ew ciwanek bû li Barzan dema wek baranê bombe dibarîna mirin da pêşiya xwe û arşîva partiyê xilas kir.Ew qehreman bû sala 1991ê li Korê xwe avêt ber tankê û teqand.Sala 1992ê di hevdîtinekî de dibêje Ozal “ Hun arîkariya me bikin û nekin emê li ser lingan bimînin.Lê dê dîrok ji bo we bêje: Yan serok dewletekî zalim ku pişta xwe da miletek ku tê perçikandin, yan jî serokek destê biratiyê dirêj kir û kesayetek adil bû. Emê dewletekî ava bikin, dij sekinandin ji bo we zerere.Li gel bin ji bo we feydeye.“Ew serokeke ku li Pantagon ji Obama re dibêje: Ez û tu qebûl nekin jî dê zarokên Kurda dewleta xwe ava bikin.Ew fermandareke ku li dijê DAÎŞê 3 kurên xwe û 2360 birazî û mirovên xwe rêkirin eniya şer.Ew babe ku li himberê hemû derewin qirêj û bêbextiya bê deng dimîne.Ne ji feyda kurdareye ku derewa lê bikin û tiştên nerast di derbarê wî de bêjin. Ev yek ji zerera kurdan re ye. Bawer bikin hun çikas iftira û bêbextiyê lê bikin jî ew sehnake. Ji ber ku ew dizanê çi dike.Îro çen kurd bi dehan dewletan bi rêz têne pêşwazî kirin û îtibarê dibînin?Bila kurd vê rêzgirtinê û îtibara heyî baş bi kar bînin ev firsetek dîrokiye. Du rê li pêşiya kurda hene.Yan dê li ser rêbaza Barzanî wê bighin Kurdistanek serbixwe…Yan jî dê li dûv vî û yê din bibezin û di bin ala Tirka, Farisa û Ereban de bêne perçikandin. General Rewan Îdris Barzani Ev nivisa hanê di malpera Facebookê ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê de bi zimanê Tirkî hatibû belav kirin. Me jî ev nivîs wek xwe ji zimanê Tirkî wergerand zimanê Kurdî. Em bawer dikin di qonaxa em têre derbas dibin nivîsek girêng e.Rojevakurd