Civak

Çar aliyên siyasî çav berdan mafê Mesihî û Turkmena

Nûnerên Mesîhî û Tirkmanan di Parlamentoya Kurdistanê de ragihandin ku, fraksiyonên Goran, YNK, Yekgirtû û Komeleya Îslamî, dixwazin ev ezmûna naskirî ji pêkvejiyana nava Herêma Kurdistanê têk bidin, lewma dixwazin kursiyên kota jinav bibin. Herwiha tekez dikin ku eger ew 4 alî vî karê xwe bi dawî neynin, ewê konsulxaneyên biyanî û civaka navdewletî ji karê wan agahdar bikin.Li gorî agahiyan, 4 aliyên siyasî yên Kurdistanê Goran, YNK, Yekgirtû û Komeleya Îslamî li ofîsta şêwirmendê serokê parlamentoyê reşnivîsek amade kirine û di madeya 9 birgeha 6 (1) mercek bo pêkhateyan hatiye danîn ku her berbijêrek pêwîst e % 25 dengê pêwîst bi dest bo her kursiyekî, wate nêzîkî 50 hezar deng bi dest bîne, lê çavdêrên siyasî vê yekê wek gaveke zehmet û rêgir dibînin, Hevdem di pirojeyê dem di birgeha 6  (2) de hatiye ku eger berbijêr van dengan bi dest neynin dê bi dehan mesîhî û tirkman dê her aliyek û li gorî kursiyên xwe û her aliyek û 3 kursiyan werbigirin, ku bi vî awayî kurdên êzîdî û ermenî nakevin parlamentoyê û bi giştî kursiyên kota ji 15 kursiyan dibe 6.Derbarê wê pirojeyê, parlamentera Kildanî Wehîde Yaqo Hurmiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew pirojeye ji aliyê her 4 aliyan ve hatiye pêşkêşkirin, bi taybetî Tevgera Goran, lê em wê pirojeyê red dikin û bi ti awayî qebûl nakin, ji ber ku dê bandora wê li Kurdistanê xerab e, ji ber ku Herêma Kurdistanê li cîhanê û Iraqê bi pêkvejiyanê tê naskirin û nasnameya wê pêkvejiyan e.”Wehîde Yaqo Hurmiz wiha got: “Em hewl didin ew fraksiyon pirojeyên xwe vekişînin, ji be rev yek dibe ziyan bo Herêma Kurdistanê û jibilî wê jî emê ligel konsulxaneyên biyanî û civaka navdewletî biaxivin û ji wan re bêjin ev pêngav li dijî pêkhateyan e û em qebûl nakin. Her 4 aliyên siyasî bi projeya nehiştina kota dixwazin aramiya Kurdistanê têk bibin.”Ji aliyê xwe ve, Serokê Fraksiyona Hewlêrî Tirkmanî Mela Macid Bazirgan ji malpera KDP.info re ragihand: “Wan fraksiyonan ji qehran ew piroje pêşkêş kirin, ji ber ku em neçûn civîna parlamento ya 23ê mehê. Bi vê pirojeyan dixwazin li pêkhateyan bidin. Ew dibêjin hûn ligel PDKê ne, lê di rastî de em ligel sazan û lihevkirinê ne. Kêmkirina kursiyên kota sivkatiye bi pêkhateyên Kurdistanê û têkdana ezmûna Herêma Kurdistanê ye di pêkvejina ku li hemû cîhanê pê tê naskirin. Her 4 aliyên siyasî bi projeya nehiştina kota dixwazin aramiya Kurdistanê têk bibin.”

Back to top button