Hemidê Heci Derwêş kûve diçe?
Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriye karê xwe di nava ENKSê de cemidand.Sedema wê ewe ku sekreterê vê partiya dema hilbijartinan de ji bo komiteya pêwendiyên derve dengên pêwist neanine.Endam ji bo vê komitê têne hilbijartin lê Hemid Heci Derwêş wek kesayetê 5ê hatiye hilbijartin.Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê daxuyaniya xwe de dibêje PDKS û Partiya Yekitiyê dengên pêwist nedane Hemid û van herdu partiyan erkê xwe yî hevkariya di navbera hersê partiya de pêkneaniye.Lê derdora siyasî sedemên din didin nîşandan. Wek tê zanin ji berî kongreya ENKSê çîbibe Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Hemîd Hecî Derwêş dabû xuyakirin ku ewê dest danustandinê li gel rejima Esed bikin.Herweha piştî vê partiyê karê xwe di nava ENKSê de cemidand, di cih de Hemidê Heci Derwêş li gel berpirsê Zanyariyê çûn Qendil û serdana Cemil Bayik kirin.Li ser çûyina pêşmergeyên Rojava ji bo Kurdistana Rojava Hemid Heci Derwêş doh li gel Rudawê axivî û got: Hêvî heye ku lihevkirinek bê kirin ku pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê eger derbarê wê mijarê de lihevkirinek neyê kirin, dê malwêraniyek mezin li Rojavayê Kurdistanê çêbibe.Hemid Heci derwêş li silêmaniyê bi cih bûye û heta niha serokatiya komiteya pêwendiyên derve ya ENKSê dikir.Lê niha jî dixweyê Derwêş refa xwe guhertiyê û berbi rejim û PYDê ve diçe. Ji xwe daxwaziya YNKê jî eve.