Serok nabe destê dijmina bigihê Kerkûkê
Roja çarşem 08.07.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta agahdarbûna ji rewşa hêzên Pêşmerge û bereyên şer li mîhwerên Kerkûkê, serdana bajarê Kerkûkê kir û li gel berpirsên serbazî û îdarî û siyasiyên Kerkûkê civiya. Li vê kombûnê da ku Dr Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûkê û Hemeyê Hacî Mehmûd Serpereştiyarê Mîhwerên Kerkûkê û Enwerê Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Berpirs û Fermandeyên Bilindên Wezareta Pêşmerge û Mîhwera Kerkûkê amade bûn, bi xulekek rawestan û bêdengiya ji bo rêzgirtina li giyana pakê şehîdan destpêkir û paşê Ce’fer Şêx Mistefa Fermandeyê Hêzekî Hefta û Endamê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê li gotarek da bi xêrhatina Serok Barzanî kirin û behsa rewşa bereyên şer li mîhwera Kerkûk û çawayiya xwe sazdana hêzên Pêşmerge ya rûbirûbûna terorîstan ya li vê deverê xistin rû û eve jî bi Serok Barzanî ragihandin ku hêzên Pêşmerge peyman li gel gelê Kurdistanê û Serok Barzanî nû dike ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî bergiriyê li axa Kurdistanê dikin û li bin fermana Serok Barzanî rê nadin tu hereşeyek li ser Kerkûk û navçeyên din bimîne.Paşê her dû berpirsê Mîhwera Başûr û Rojavayê Kerkûkê Serok Barzanî ji rewşa meydanî ya bereyên şer û her wiha pêdiviyên hêzên Pêşmerge agahdar kir. Her li vê kombûnê da Dr Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûk bi kurtî di derbarê rewşa navxweya bajarê Kerkûk û xizmetguzarî û giriftên darayiyan û rewşa koçberan û rola hêzên asayîş û polîs li parastina asayîşa bajarê Kerkûkê xisterû. Paşê Serok Barzanî gotarekî pêşkêş kir û têda spas û destxweşiyê li hêzên Pêşmerge û fermandeyên li mîhwera Kerkûkê kir ku qehremanane bergiriyê li bajarê Kerkûkê kir û silav jî ji bo giyana pakê wan şehîdan şand ku bi xwîna xwe axa Kurdistanê parastine. Serok Barzanî ji bilî balkişandina girîngiya serbazî û siyasî ya bajarê Kerkûkê tekez li wê yekê kir ku nabê bi tu awayekî destê dijmin û nehezan bigihe bajarê Kerkûkê. Di derbarê paşaroja Kerkûkê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê eve xisterû ku pêwîste vegerîn li ser raya xelk û rêz li îrade û daxwaza runiştvanên van navçeyan bê girtin û gelek bi rêz û dilfirehî jî muamele li gel pêkhatên olî û neteweyiyên bajarê Kerkûkê bê kirin, lê belê li gel eve jî divê nasnameya Kurdistanîbûna bajarê Kerkûkê bê cîgîr kirin. Serok Barzanî eve jî ragihand ku Pêşmerge bi navê axê xwîna xwe bexşiye û me gede û têkoşerên gelek mezin ji dest daye lê belê li gel eve jî sîxeyekî diyarîkirî nasepênîn li ser xelk û divê runiştvanên navçeyê bi xwe biryar li çarenûsa xwe bidin. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de tekez li mafê gelê Kurdistanê ya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe kiriye û balkişand li ser qurbanîdana Pêşmerge ku bi xwîna xwe nav û dengeke gelek bilind ji bo gelê xwe li asta cîhanê da bi dest aniye û dîrokê tomar kiriye û tekez jî li yekrêziya di navbera hêzên Pêşmerge kiriye û balkişand li ser wê yekê ku têkelbûna xwîna Pêşmergeyên me li sengera bergiriyê bingeha yekrêziya gelê mene û divê eve ji bo siyasiyan jî wekî rê pêşanderek bê ji bo yekrêzî û birayetî. Serokê Herêma Kurdistanê eve jî ji bo fermandeyên bilindên hêzên Pêşmerge rûn kir ku bi tu awayek nabê rewşa siyasî û navxweya Kurdistanê bandorê li ser Pêşmerge bike. Ewê niha li proseya siyasiya Kurdistanê da heye babetekî sirûştî û nîşana jiyana demokratiya gelê meye û divê em hemû fêrî mumareseya jiyana demokrasiyê bîn. Li beşekî dinê kombûnê da Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo hêzên Pêşmerge û Asayîş û Polîsên li Kerkûkê û dûpatkir û destxweşî û piştevaniya xwe jî ji bo îdareya Kerkûkê ragihand. Her li vê kombûnê da Serok Barzanî agahdarî pêşniyar û têbîniyên fermandeyên serbaziyên mîhwera Kerkûkê bû û şîret û rênimayiyên pêwîst ji bo fermande û berpirsên serbazî û emniyan xisterû.