Polîtîk

Meydana karê PKKê ne li başûrê Kurdistanê ye

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan barzani ,civînek li gel Mesihiyan(Asuri, Suryani, Kildani) pêkanî û da xuyakirin ku ew kêmneteweyên bingehî yên Kurdistanê ne û di vî welatî de emê bi hevre birayetî bijîn û mafên wan bi hemû awayan bêne parastin.Wek tê zanin ji berî niha YNK û Goran pêşniyarek ya desturî pêşkêşî licna rawîjkar ya parlementoyê kirine û di tê de dixwazin ku, ji bo  kêmneteweyan di hilbijartinan de baraja ji % 5 bête danin.Eger di hilbijartinan de ji % 5 denga neynin, dê hinge Turkmen 3 û Mesihi bi 3 parlementeran bêne temsil kirin.Niha Turkmen 5 , Mesihi(Asuri, Kildan û Suryani) 5 û Ermeni jî bi 1 parlementerî têne temsil kirin. Lê YNK û Goran dixwaze nisbeta temsila wan kêm bike û mafê ku heyî ji destê wan derêxe.Li himber vê pêşniyarê kêmnetewe ne rihetin û ev yek gihandin serokwezîrê Kurdistanê. Lê Serokwezîr bi helwesta xwe dilê wan rihet kir û got hun neteweyek resen yê Kurdistanêne.Di derbarê mayina PKKê ya Kurdistanê jî pirsek ji serokwezîr hate kirin.Barzanî got: Meydana karê PKKê ne li Başûrê Kurdistanê ye. Cihê wan welatê Tirkiyeye. .Eve çendin sale me li Başûr mêvandariya wan kiriye.Em hêvidarin ku ew li gel Enqere bi aşitî bigihin rêkeftinekî û vegerin cihê xwe.

Back to top button