Nivîsar

Dema di siyasetê da aqil, îdrak nemîne pir tahlûke ye

Zinarê Xamo Li Kurdistanê cîlek xort çê bûne bêyî Ocalan û PKKê hezkirin û hurmeta wan ji tu kesî ra, ji tu serokî û ji tu rêxistinê ra tuneye. Bêyî wan kurdên baş tunene. Cîlekî pir cahil e û fanatik e, dîrokê, micadela kurdan bi serok Abdulah Ocalan û bi PKKê dide destpêkirin. Ji ber ku cîlekî cahil e lema jî nankor e, ked û xebata tu kesî, tu hêzê nabîne û qebûl jî nake. Ji bo vî cîlê xortan bêyî serokê wan û partiya wan hema hema her kes pîs e, her kes xayin e, her kes ajanê Tirkiyê, Emerîka, Îsraîl ya jî yê Îranê ye. Û viya pir rehet, bêyî teredut dibêjin. Wek navên xwe ji “xayinî û ajaniya” Barzanî(heşayî cenabê wî)bawer in. PDK, ji xwe ji berê û ber da xayin e. Sedîsed baş dizanin hemû kurdên ne PKKyî, hemû hêz û kesên derî PKKê neyarên PKKê û ajanên dewleta tirk in, di vir da tu şika wan tuneye.Bi dereweke dijmin, bi beyaneke ajan û provakaroterekî dewleta tirk dikanin bi reheyî serokê Kurdistana Federe, hêzên pêşmerege wek heval û piştgirên Daîşê û neyarên PKKê îlan bikin.Fanatîzimeke ji ya mîlîtanên hêzên îslamî ne kêmtir e, dûrî aqilan e, meriv ditirsîne. Cîlekî pir rehet tê xapandin, pir rehet tê provakasyonê, ji her derewa dijmin bawer dike û bi xebereke neyar ya dûrî aqilan bêyî PKKê her kesî xayin û ajanên dewelweta tirk îlan dike… Îşê me zor e, dijmin bixwaze dikane bi derewekê, bi destê van kîtleya fanatîk û cahil kurdan rehet berra pêxîla hev bidin. Û jixwe carnan dikin jî… Hêvî dikim baş bibe û ev fanatîzim dom neke. Dema di siyasetê da aqil, îdrak nemîne pir tahlûke ye, meriv dibe murîd… https://www.facebook.com/zinare.xamo?fref=nf

Back to top button