Hevpeyvîn

Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dixwazin axa xwe biparêzin

Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, hêzeke mezin a Rojavayê Kurdistanê li Başûr tên perwerdekirin, ku hemû xort û ciwanên Rojava ne û divê rê ji wan re bê vekirin da ku vegerin Rojava û berevaniyê di ber axa xwe de bikin.Seîd Umer, Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzeke mezin a Rojavayê Kurdistanê li Başûr hatine perwerdekirin û amade ne bi hemû awayekî berevaniyê li axa xwe bikin, lewma divê rê ji wê hêzê re bê vekirin da ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û welatê xwem biparêzin.”Umer wiha got: “Ji her kesî re diyar bû ku mameleya tek alî û tek hêz li Rojava çi ziyaneke mezin e, lewma eger hat û hemû aliyên siyasî piştgiriya Rojava bikin û ew xortên qehreman biçin Rojavayê Kurdistanê da ku axa xwe biparêzin, dê hêza kurdan zêdetir bibe û dê li ser asta navdewletî jî piştevanî û piştgirî bo hêzên Rojava zêdetir bibe, ji ber ku niha rewş dixwaze hemû alî bi hev re kar jib o Rojavayê Kurdistanê bikin.”Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) wiha got: “Em daxwaz ji hemû aliyên kurdistanî dikin ku zextê li PYDê bikin da ku rê bide vê hêza Rojavayê Kurdistanê vegere Rojava û berevaniyê di ber axa xwe de bike.”

Back to top button