Dîndar Doskî ji Yekgirtuya Îslamî îstîfa kir
Endamekê serkirdayetiya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê, weke nîşandana reaksyonê li hember beşdarîkirina partiya wî di civîna duhî ya parlamentoya Kurdistanê de dest ji karê xwe berda.Dîndar Necman Doskî endamê serkirdayetiya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê ku, ew yek ji avakerên wê partiyê tê hisabkirin, di daxuyaniyekê de got ku weke nîşandana reaksyonê li hember beşdarîkirina parlamenterên partiya wî di civîna duhî ya parlamentoya Kurdistanê dest ji karê xwe berdide.Doskî di daxuyaniya xwe de partiya xwe rexne dike û dibêje ku, di civîna polîtborûya Yakgirtuya Îslamî de biryar hatibû dan pirsa qanûna serokatiya herêma Kurdistanê bi kodengiya hemû partî û aliyan be û bêy tifaqa siyasî beşdarî civîna parlamentoyê nebin, lê serkirdayetiya Yekgirtuya Îslamiya ketiye bin zixta endamên devera Silêmaniyê û biryarên civîna serokatiya bin pê dikin.Dîndar Necman Doskî yek ji avakarên Yekgiruya Îslamiya Kurdistanê ye li devera Badînan û hemû serkirdayetiya wê partiyê li devera Badînan piştevaniya biryara Doskî dikin.Weke tê zanîn duhî roja sêşemiyê 23.06.2015ê parlamentoya Kurdistanê bêy Partiya Demokrata Kurdistanê, tirkmen û fraksyona Arasteya Sêyem civiya û ev yekemîn car bû di dîroka parlamnetoya Kurdistanê de bêy beşdariya parlamenterên PDK dicive, civîn taybet bû bi qanûna seroaktiya herêma Kurdistanê û li ser daxwaza Goranê Konsulê Îranê jî di civînê de amade bibû.