Cîhan

Serokwezîr arikariya xelkê Amerîka bilind nirxand

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li Hewlêrê, pêşwazî li Stewart Conz sefîrê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê yê Îraqê û şandeya pê rek u ji himareke diplomatkar û fermandarên leşkerî pêkhatibû, kir. Sefîrê Amerîkayê yê Îraqê piştevaniya hikûmeta welatê xwe ji bo hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de nîşan da û tekîd kir ku, hevkarî û alîkariyên Amerîkayê di hemû waran de, bi taybetî di warê leşkerî û meşiq û rahînana pêşmergeyê Kurdistanê de, berdewam dibe. Di civînê de behsa arîşe û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin û di vî warî de sefîrê Amerîkayayê destxweşî li hikûmeta Kurdistanê kir ku weke pêwîst wê wezîfeya xwe li hember Bexdayê bi cî kiriye û bi timamî pabendî lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê û qanûna budceya giştiya Îraqê kiriye û divê hikûmeta Bexdayê jî wezîfeya xwe li heber Hewlêrê bi cî bike û bi timamî budceya herêma Kudistanê binêre ji ber ku barekê giran li ser milê herêma Kurdistanê ye. Sefîrê Amerîkayê tekîd kir ku, giringe hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê bên çareser kirin. Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana sefîrê Amerîkayê bo herêma Kurdistanê kir û hevkarî û alîkariya hikûmet û xelkê Amerîkayê di demên tengav de bo hikûmet, xelk û pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand. Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa emnî ya deverê, şerê dijî terorê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de behis kir. Li dor têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku dixwaze hemû pirsgirêkan digel Bexdayê bi danûstandin û diyalogê çareser bike, lê eger Bexda bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê û qanûna budceya giştiya Îraqê a sala 2015ê, pabend nebe, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona dabînkirina pêdawîstiyên hevwelatiyan û bi taybetî dabînkirina miaşê karmendan û mihtaciyên pêşmergeyê Kurdistanê, hin rêyên din digire.

Back to top button