Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di pêşwaziya Konsulê Brîtanya li Hewlêrê de ragihand ku, bûyera ku duhî li Parlamentoya Kurdistanê rûda xwendineke şaş bû bo siyaseta Herêma Kurdistanê. Herwiha tekez kir ku PDKê berjewendiyên Kurdistanê parastiye û diparêze. Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşwazî li Konsulê Brîtanya li Hewlêrê Anges Mêkey û şanda pê re kir. Mîranî behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî kir û ragihand ku, PDKê bi hemû hêza xwe ezmûn û berjewendiyên Herêma Kurdistanê parastiye û diparêze. Fazil Mîranî ragihand bûyera ku duhî li Parlamentoya Kurdistanê rûda xwendineke şaş bû bo siyaseta Herêma Kurdistanê, ji ber ku li ti cihê dunyayê çênebûye ku dîplomatkarekî biyanî bo rûniştina Parlamentoyê bê vexwandin. Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir ku PDKê di hilbijartinan de yekem bû û mezintirîn hêz e di nava Parlamentoyê de û kursiyan bi yeksanî ligel aliyên siyasî tevlî Hikûmeta Kurdistanê kirin.  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: