Nivîsar

Qendîla dûyem pîroz be

 PKK îro li başûrê Kurdistanê, li Qendîlê ye. Tew Qandîl têr nekir, qandîla didiwan jî ava kiriye. Hebûna PKKê ya li başûrê Kurdistanê bike neke ji bo aramîya Kurdistanê bûye xeter. Dewleta Tirk û bi taybet ya Faris di her têkdanên ser başûrê Kurdistanê de PKK dikin mahne û hewl didin bi destê PKKê rewşa Kurdistana Başûr aloz bikin. Ji wê bonê jî, çareserkirina pirsa PKK ya li Başûrê Kurdistanê wê di serî de di xêra Kurdistana başûr de be. Heke ne ji pirsa PKK û tirsa êrîşa dewleta Tirk û Faris be, belkî Başûrê kurdistanê ji zû de serxwebûna xwe êlan bikirana. Sedema herî mezin a ku Kurditana Başûr serxwebûna xwe êlan nake, tirsa wan a ji dewleta Tirk û Faris e. Ji ber vê; çareserkirina PKK wê di xêra temamê Kurdan û di serî de jî wê di xêra Kurdistana Başûr de be. Gava pirsa PKK çareser bibe, wê sebeb û mahneyên êrîşên dewleta Tirk û Farisa ji holê rabin û wê tu sedeman nebînin ku bi eşkereyî li dijî serxwebûna Kurdistana Başûr derkeve. Dewleta Tirk jî van tiştan ji min û we baştir zane. Ji ber vê ye ku her tim ji aştî û çareserîyê direve û naxwaze pirsa Kurd di qada siyasî û demokrasîyê de çareser bike. Tirsa dewleta Tirk û Erdogan ne ji PKK, lê ji êlankirina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye. Tirk baş zanin ku; gava pirsa PKK û Kurdên bakur çareser bikin, wê tu qoz di destê wan de nemîne ku êrîşî başûr bikin û wan bitirsînin. Wê nikaribin di qada cîhanî de êrîşên xwe biparêzin. Ji ber vê; heta ji wan tê ji aştî û çareserîyê direvin û heta ji wan tê pirsgirêkan zêdetir dikin, rê li ber legalîze kirina PKKê digrin û berê wan didin çiyê. Wek me li jor jî behs kir, PKK rastîyek û realîteyek e. Înkarkirin, anjî bincil kirina hebûna pirsgirêka PKK a Başûrê Kurdistanê tu fêdê nade kesekî. Xwe xapandin tiştek e û qebûlkirina rastîyan tiştekî din e. Divê desthilatdarên Kurdistanê rojek berî rojekê bi tehdîda li ser serweriya xwe re rûberû bibin. Ger rayedarên Başûrê Kurdistanê çav ji Qendîla dûyem (Heftînan) re biçilmisîne, divê baş zanibin ku; Hewlêr Qendîla sêyem e. Rayedarên PDKê di daxuyaniyên xwe de balê dikşîne ser realîteya PKK û çareserkirina wê, lê biçavekî şaş. Me gelek caran anî ser zimên: Ger desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi bişo pişo here PKKê wê serweriya xwe hûnda bike. Bila kesek xwe ne xapîne û xwe li bendê kesekî nehêle da ku pirsgirêka PKKê ji wan re çareser bike. Ger rayedarên Kurdistanê û di serî de Nêçîrvan Barzanî bêje ku: AKP bi serkêşiya Erdogan ji bo çareserkirina pirsa Kurd hinek gavên piçûk avêtine, lê ev gav ne bes in û hê tiştên ku bên kirin gellek in. Her şendê em nizanibin bê ka wê AKP wan tiştên ku mane pêk bîne yan na, lê kek Nêçîrvan Barzanî jî baş zane ku heta pirsa PKK û Kurdên bakur çareser nebe, wê rehetî ji wan re jî tunebe û wê şûrê dewleta Tirkiyê bi saya serê PKKê her li ser serê wan be. Bi kurt û Kurmancî; Di vir de erkek mezin dikeve ser milê rayedarên başûr û bi taybet jî PDK û Barzanîyan. Ji bo çareserkirina pirsa PKK çi kek Nêçîrvan dibe û çi jî serok Barzanî dibe, divê di qadê de zorê bidin PKKê û şirîka xwe ya hikumetê YNK da ku pirsê di qada bêpeçûniyê de çareser bikin. Ji şer û têklîheviya herema Kurdistanê re bêjin êdî bes e. Çareserkirina pirsa PKK ne tenê pirsa PDKê û Barzaniya ye, herweha pirsa temamê partiyên başûri ye. Divê em ji bîr nekin ku gava di malekê de nexweşîyek hebe, temamê endamên malê pê dikevin û rehetî ji kesî re namîne. Dermankirina wê nexweşîyê erka her endamê malê ye. Nûrî Çelîk  

Back to top button