Civak

10 sale ku di greva birçîbûnê de ye

Li Hîndîstanê çalakvanê mafê mirovan di greva birçîbûnê de 10 sala xwe qedand

Li Hîndîstanê çalakvanê mafê mirovan Irom Chanu Sharmila ya bi navûdeng ‘’Ladyiya Hêsîn ya Manîpur’’ di greva birçîbûnê de 10 salê xwe qedand

Deh sal berê û di 2ê Sermawezê 2000an de li bajarê Manîpurê û di istgehêkî de ber bi wê 10 kesan ji aliyê leşkeran hatîbûn kuştin. Irom Chanu Sharmila piştî wê bûyerê destpê çalakiyê xwe kir û a niha 38 saliye.

Irom Chanu Sharmila piştî destpêkirina greva birçîbûnê bi sucdariyê întixarê re  rû bi rû ma û hatiye girtin. Sharmila piştî girtînê ji nexweşxaneyê re hatiyê rakirin û ji aliyê berpirsyaran bi zorê xwarin dan xwarin.

Sharmila ji aliyê dadgehê vejî serbest hate berdan û dema ku derket derve dîsa destpê çalakiyê xwe kir û dîsa hatiye girtin.

Irom Chanu Sharmila ji bo şermezarkirina peywîrdariya leşkeran ku ger pêwîst bibînin dikarin mirovan bikûjin û Zagona Taybet ya Leşkeran destpê çalakiya xwe kir. Sharmîla deh salê xwe qedand û alîgirên wê da zanîn ku çalakiya wê heta guhertina zagonê bidomîne.

Ji rêxistina mafê mirovan ya  Human Rights Alert Babloo Loitongbam da zanîn ku ‘’Sharmîla bîryar girt ku heta mirinê çalakiya xwe nadê sekinandin’’. Heta guhertina zagon çalakiya Sharmîla nayê sekinandin. Armanc û nîyeta Shermîla dî nava 10 salan de bi awayekî eşkere xuya bû êdî her kes dibîne.

Zagona Taybet ya Leşkeran di sala 1990an de hatiye pejirandin. Bi vî zagonê leşkerên Hîndî bi awayekî keyfî dikarin mirovan bikûjin û dad û dadgeh nikarin lêkolînek jî bikin yan dozekî vekin.Zagon bi sedema têkoşîna li dijî serhildanên li Keşmîr û bakurê Hîndîstanê hatîbû derxistin. Zagon di hedefa rêxistinên mahallî û rêxistinên wek Rêxistina Efuyê ya Navneteweyiyê de ne.

Back to top button