Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî siyaseta firotina petrolê ser xist

Cîgirê Serokê Komîteya Pîşesazî û Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, dem hatiye aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê biryara serxwebûna aborî bo Herêma Kurdistanê bidin. Herwiha dibêje, pêdagiriya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê bûye serdem siyaseta firotina petrolê ser bigire. Nêçîrvan Barzanî petrol kir ya KurdistanêPerlemanterê Fraksiyona PDKê û Cîgirê Serokê Komîteya Pîşesazî û Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di Parlamentoya Kurdistanê, Dilşad Şeiban ji malpera KDP.info re ragihand: “Yek ji wan xalên bihêz ku bûne sedema bihêzbûna wan siyasetên serkeftî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ware petrolê de, rijdbûna Nêçîrvan Barzanî bû li ser derxistina yasaya petrol û xazê li Herêma Kurdistanê sala 2007an, ku di wê demê de gellek aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî wê siyasetê bûn û ditirsiyan hinek welat guvaşê bixin ser wan, ji ber ku wan welatan nedixwest Herêma Kurdistanê bibe xwedî siyaseta petrolê û bibe xwedî aboriyeke serbixwe, dema Herêma Kurdistanê bû xwedî petrol, Hikûmeta Iraqê gellek hewl da ku wê yekê têk bide, lê jê re neçû serî.Wê demê Hikûmeta Bexdayê digot girêbestên Herêma Kurdistanê neyasayî ne û gellekî hewl dan ku bera şirketên petrolê bidin, lê dîsa jê re neçû serî û di dawiyê de girêbestên Kurdistanê ligel wan şirketan nas kir û îtîraf pê kir. Piştre hewl dan ku Kurdistan nebe xwedî boriya petrolê, lê di wê de jî serkeftin bi dest neanîn. Niha jî hewl didin ku siyaseta Kurdistanê tîk bibin, lê pêdagiriya Nêçîrvan Barzanî bûye sedem ku siyseta Petrolê ser bigire.” Petrola Kurdistanê mehane bi qasî 1 trilyon dînar dibeDilşad Şeiban wiha got: “Niha Eger Herêma Kurdistanê biryar bide, yan gihîşt wê baweriyê ku eger Bexda ji wan pereyên ku li hember perola Ku Kurdistanê hinarde dike, dişne zêdetir neke, Kurdistan dikare bixwe wê petrolê bifroşe û mangane 1 trilyon dînar bi dest bîne û ligel dahatên navxwe budceyê xwe pê peyda bike. Ya herî girîng niha ku em diyar bikin ku em li ser heq in. Em dixwazin ji cîhanê re diyar bikin ku em pêbendî rêkeftina petrolê ne.” Divê em biryara serxwebûna aborî bidinŞeiban wiha domand: “Divê hemû aliyên siyasî niha biryar bidin, ji ber ku derbasbûna demê ne di berjewendiya me de ye, ku divê biryarê li ser serxwebûna aborî bo Herêma Kurdistanê bidin. Eger ev siyaset ne rast ba, ji destpêka krîzê hemû şirket dê ji Kurdistanê vekişyana, lê zanîn ku pêşerojeke baş li hêviya Kurdistanê ye.” Gerek Kurdistanê ji meha 4an serxwebûn ragihandibaPerlemanterê Fraksiyona PDKê û Cîgirê Serokê Komîteya Pîşesazî û Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di Parlamentoya Kurdistanê, Dilşad Şeiban ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê rojane 600 heta 650 hezar bermîl petrol hinarde dike, heta dawiya salê jî dê bibe 900 hezar heta milyonek bermîl di rojekê de, gerek Herêma Kurdistanê ji meha 4an de serxwebûna aborî ragihandiba, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî jî gihîştine wê baweriyê ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji wan pereyan zêdetir ji Kurdistanê re naşîne û pêbendî rêkeftinê nabe.” 

Back to top button