Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, rêxistina DAIŞê metirsiyeke mezin e li ser Îran û Kurdistanê. Herwiha behsa rola Hêzên Pêşmerge di şkênandina DAIŞê de kir.Li Hewlêrê Serokwezîr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Hesen Qeşqawî û şanda pê re kir. Di wê hevdîtinê de Qeşqawî silavên berpirsên Îranê gehande Serokwezîrê Kurdistanê û li hember pêşkeftinên li Kurdistanê de matmayî ma û spasiya rayedarên Kurdistanê jî kir ku bi germî pêşwazî li şanda wan kir. Qeşqawî di berdewamiya axaftinên xwe de Konsulusê nû yê Îranê yê li Silêmaniyê jî bi Serokwezîrê Kurdistanê da naskirin û eşkere kir ku Îran gellek dilgiranê asayîşa Iraq û Kurdistanê ye û şerê li dijî DAIŞê jî bi erkekî hevbeş yê tevahiya aliyan da zanîn û tekez li ser berdewamiya hevkariyên Tehranê bo Hewlêr û Bexdayê kir. Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Barzanî bi helkefta destbikarbûna Qeşqawî weke Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî wî kir, herwiha pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Konsulusê nû yê Îranê yê li Silimaniyê jî kir. Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de kir, ew jî jiber hevkariyên ku ji aliyê Îranê ve hatine pêşkêşkirin û spasiya Hikûmeta Îranê kir. Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de hêviya wê yekê jî xwest ku rêkeftina navbera Îran û welatên rojavayî ya derbarê bernameya atomî ya Îranê de bi serkeftî were îmzekirin û xizmeta berejwendiyên Îran û tevahiya welatên deverê bike.
Her di vê civînê de behsa arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hate kirin û herdu aliyan tekez li ser bihêztirkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Tehranê kirin.