Polîtîk

Hukumeta Kurdistanê spasiya hukumeta Îtalyayê dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Masîmo Murotî sefîrê Îtaliyayê yê Îraqê û şandeya pê re kir.Di civînekê de, sefîrê Îtaliyayê ku bi minasibeta bidawîhatina wezîfeya wî weke sefîrê Îtaliyayê li  Îraqê serdanan serokwezîrê Kurdistanê kir, behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Roma kir û ji bo wê alîkariya di demka karkirina wî de bo wî hatiye kirin, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.Sefîrê Îtaliyayê got ku, heta niha welatî wî di warê însanî, leşkerî û meşiq û rahînana pêşmerge de bi awayekî berbiçav hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê kiriye û tekîd kir ku ji bona jinavbirina terorê û têkşikandina rêxistina terorîstiya DAÎŞê, welatê wî dê li ser pêşkeşkirina wan alîkariyan berdewam be.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê sipasiya rola sefîrê Îtaliyayê li Îraqê kir  ku di dema karkirina xwe de li Îraqê karî têkeliyên bihêz di navbera herêma Kurdistan û Îtaliyayê ava bike û piştî serdanên xwe yên bo herêma Kurdistanê hertim wêneyê rasteqîneyê herêma Kurdistanê gihandiye welatê xwe û welatên din yên Ewropayê.Serokwezîr di axavtina xwe de behsa serdana şandeyên bala  yên hikûmeta Îtaliyayê  bo herêma Kurdistanê kir û got ew serdan di wextên pêwîst de dihatin kirin û ji bona vê jî hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya wê helwesta Îtaliyayê dike.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, metirsiya DAÎŞê berdewam e û pêwîste hevkarî û hevahengî di navbera Kurdistan û Îtaliyayê de berdewam be.

Back to top button