PKK di rêya serxwebûnê de asteng e
Tevgera Ciwanê Kurdistanê di derbarêêrîşa PKKê li ser pêşmergeyên PDKÎdaxuyaniyek belav kir. Tevger bangî hêzên Kurdistanî dike ûdibêje: PKK astenge di rêya Kurdistana serbixwe de.Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê:JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REMe berê jî eşkere gotubû ku PKK li her çar perçeyên Kurdistanê astenga herî mezin e li pêşîyadewletbûnê. Ew bendeke di navbera Kurdên dewletxwaz û dagirkeran de. Îro em careke din bûnşahidên vê rewşê û îxaneta PKKê.Piştî bûyera Ferînaz Xosrewanî PDK-Î biryara şerê Îrana dagirker girtibû. Lê PKK dîsa erka xwe bi cihanî û nedihişt PDK-Î dest bi vî şerî bike. Îro êrişî wan kir û du Pêşmergeyan şehîd kir.PKK li başûrê rojavayê Kurdistanê dihêle ku rêxistina tarî ya dewleta Tirk MLKP a çepê Tirk li wê derêartêşa xwe ava bike lê nahêle Pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê derbasî axa xwe bibin û axaxwe biparêzin. Nahêle PDK-Î şerê dewleta Îrana dagirker bike. Li her çar perçeyan jî astenga herîmezin e li pêşiya Kurdên serxwebûnxwaz.Êdî tiştek veşartî tuneye û bawerîya me jî bi peyvên romantik û hêstiyarî wek “birakujî” naye. Kî dibebila bibe ê ku li hember dewletbûna Kurdistanê be ne birayê me ye, dijminê me ye.Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê êrîşa PKK li ser PDK-Î û hemû kiryarên PKK ên qirêj nelet dikin ûeşkere dibêjin ku em li hemû derê û bi hemû awayî li gel birayên xwe yên PDK-Î ne. Em di hemandemê de bangî hemû aliyên serxwebûnxwaz dikin ku êdî dev ji çîrokan berdin û helwesteke tund lihember kiryarên qirêj ên PKK nîşan bidin.Ên ku doza serxwebûna Kurdistanê dikin, mecbur in ku pêşîyê astenga herî mezin, PKK, ji holê rakin.Hemû rêxistinên ku him qala serxwebûnê bikin û him jî bi PKK re têkilîyên baş dêynin durû ne,tirsonek in û ji PKK xerabtir in.BIMIRE ÎXANET Û TIRSONEKÎ!BIJÎ DEWLETBÛNA KURDISTANÊ!TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ