Pêşî nijad piştre ol derketiye
Divê meriv bi rastî û bêkêmasî bisêwire, herweha li gor pîvanên olî jî zanibe ka meriv pêşî bûye xwediyê nijadekê yan bûye xwediyê olekê! Kesê ku vê nerokê nizanibe, ne ji nijada xwe û ne jî ji ola xwe fêm kiriye.
Van rojan hin kes di propagendeya hilbijartinê de bi awayekî gurr behsa bisilmantiyê dikin û bisilmanbûna xwe didi pêşiya nijada xwe.
Baş e, nexwe ka em binerin gelo Xwedayê mezin çewa vê meselê derxistiye pêş, kengê mirovan û kengê pêxember û olan afirandiye?
Berî ku Xwedê merivan biafirîne, pêşî rihê wan afirandiye û vê pirsa “îstifhamî” ji wan kiriye: ELESTU BÎ REBBÎ KUM!? Ango qey ez ne xwedayê we me!?
Hemû rihan bi yekdengî gotine BELÊ!
Dema Xwedê ew pirs kiriye, hêj bintûta olî li jiyanê nebû, têgehandina “pêxember”tiyê çênebûbû, jixwe projeya pirtûkên xwedayî jî li holê nebû. Ji ber ku hêj rewşa jiyana mirovan ne diyar bû ku wê çewa dest bi jiyanê bikin. Piştî ku rih ketine qalik û weke “însan/meriv” dest bi jiyanê kirine, Xwedayê mezin pêşî ew bi nijadên cuda, bi çandên cihê ji hev veqetandine. Çewa ku di Qurana pîroz de gotiye: “…we ce´elna kum şu´şben we qebailen li te´arefû.” Me hûn bi qebîle û netewe afirandine da hûn êkdu binasin.Piştî vê gotina Xwedê, tu wek KURD, ewê dî wek EREB, yê dîtirê wek FARIS û herweha bi dehan nijadên din derketine holê. Dîsa jî behs û mebesta ol û pêxemberan li holê nebûye. Tê gotin merovan 500.000 sal jiyaya xwe li dinyayê domandine, hêj nû ev fikra olî daketiye nava wan. Li gor çavkaniyan, 9-11.000 hezar sal berî niha, Xwedayê mezin hêj nî fikra olî bi Adem Pêxemberî derxistiye holê. Çewa ku di vê Ayetê de jî gotiye: ”We ma erselna min resûlîn illa bi lisanî qewmî hî…” Ayet: 4, sûret: ÎBRAHÎM. Bêguman me pêxember nehinartine ila bi zimanê her qewmekî hatine hinartin.
Baş e, nexwe ola Îslamê kengê derketiye holê?
Binerin, Pêxemberê me di sala 571ê de hatine dinyayê. Dema bûye çilsalî, pêxembertî jê re hatiye. Navê ola ku jê re hatiye jî, ÎSLAM e. Piraniya Kurdan di Sedsala 8 û 9an de vê olê pejirandine.
Îcar divê mevir ji wan kesên ku dibêjin “ez pêşî bisilman im hêj Kurd im” re bêje: Nijada Kurd bi dehê hezaran sal berê derketiye holê, lê ola Îslamê ev e 1436-7 sal in derketiye.
Çima tu nerastiyê dibêjî. Tu li dijê Ayeta Xwedê dipeyivî.
Wek encam çi kesê bêje “ez pêşî bisilman im û hêj filan nijad im” ew dubare nerastî dibêje; hem Ayetên Qurana pîroz ne rast dihesibîne, hem jî rastiya mêjûyî nikar dike. Ev gotin sextekarî ye û hertim dikare bi navê dîn jehriyê bifroşe.
Gotineke Kurdan heye: ŞAM DÛR E QEY MIŞAR JÎ DÛR E? Fermo vaye Qurana pîroz, va ye Ayetên Xwedê li meydanê ne.
Ez bi xwe ji nijada ARÎ û Kurd im, lewra Xwedê ez wisa afirandime. Piştre bisilman in, lewra bav û kalên min ev ol pejirandine û wek kultur sipartine min. Piştre Sunî, şafiî û nexşebendî me.
Bi hêviya rastgotinê di warên olî de, her şad û bextewer bin…
Stockholm 19/ 05/ 2015 Zeynelabidin Zinar[email protected]