Li herêma Elezîzê di navbera çekdarên PKK-ê û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de du leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Süleyman Aka 24 salî kurdek ji herêma Geverê bû. Dema cenazeyên Silaman anîn gunde wî da ku weşêrin, diya wî bi kurdî giriya,şîna xwe bi kurdî kir. Hawara xwe bi kurdî gihand herkesekî. Di rêwresma weşartina leşkerê kuştî de hinek fermandarên leşkeran jî amade bûn, lê hinek kesan ji malbata Suleyman Aka dijê şerî qirêj li himber fermandarên leşkeran gotin gotin û protesto kirin.