Rêyek tenê li pêşiya kurda maye
Hêdî ragihandina dewleteke serbixwe li Başûrê Kurdistanê roj bi roj dibe pêwistiyek ji bo ku kurd bikaribin bijîn û xwe biparêzin.
Alikarê berdevkê NY(Neteweyên Yekbûyî) Ferhad Heq ji Rûdavê re ragihand ku, NY dayîna çekan ji bo hêzên ku ne dewletin dilgirane.
Heta niha jî ew alîkariya leşkerî û çekên ji bo pêşmerga têne rêkirin destpêkê diçin Bexdayê û paşre radestî herêma Kurdistanê têne kirin.
Berpirsên herêma Kurdistanê dibêjin bila ev çek yekser bêne Kurdistanê, lê hukumeta Bexdayê vê qebûl nake. Ji ber ku fermî dewleta Iraqê ye û berpirsên vê dewletê jî di qada navnetewî de hukumeta Iraqê ye. Ka kurd ji bo we çine û li kûderê man.?
Statûya Kurdistanê di qada navdewletî de li ser Bexdayê re derbas dibe. Wek din her tişta tê kirin, pêwendiyên tên danîn, bazirganiya navdewletî tê kirin û herweha taybetî pirsa firotina petrol bi xwe jî cihê gotubêjê û probleman e di nevbera Bexda û Hewlêr de. Gelek pêwendî û bazirganiya hukumeta herêma Kurdistanê dike bi awayekî De-Fakto e.
Ji bo kurd bikaribin jiyana xwe berdewam bikin, xwe li himber êrîşên dijminên xwe biparêzin, tu demana wan tuneye. Êrîşên teroristên DAÎŞê li ser Kurdistanê operasyoneke ku destê wan aliyên ku îro şerê DAÎŞê jî dikin di nava vê operasyona li dijê Kurdistanê de heye.
Gelek carand gazind ji aliyên kurdan bi xwe tê kirin ku, ji bo çi hukumeta Kurdistanê, miaşê karmenda nade, ji bo çi rewşa peşmerga bi filan awayî ye. Gelek rexne û gazind hene. Di bingehê van tiştan tevê de awayê statûya Kurdistana Başûr heye.
Ji bo kurd bikaribin, xwe biparêzin, ji bo cardin karasetên wek Singalê rûnedin û huklumeta Kurdistanê bikaribe bibe xwedî statûyek navdewletî divê di NY de bê temsilkirin. Yanî kurd kurmancî divê kurd xwedî dewletbin.
Di qonaxa ku Rojhilata Navîn têre derbas dibê, dewletbûna kurdan ji bo istiqrara herêmê bi xwe jî bûye pêwistiyek.
Gelek bisporên siyasî behsa ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navî dikin. Başe dê ev dîzayn çewe be, dê çewe sinorên nû bêne danîn? Eger ev yek tenê li gora neteweyan neyê kirin û li gor mezheban bê kirin wek kurd me çi ji vê yekê fam kir.?
Di vê qonaxê de ji bo siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê pîvana welatparêziyê parastina ragihandina dewletek Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê derbas dibe.
Di vê derbarê de siyaseta serok û serokwezîrê Kurdistanê gelek zelal e.
Serokê Kurdistanê diçe Amerika pirsa herî girîng razibûna Amerika ye di derbarê ragihandina dewletek serbixwe de.
Kurd ji bê dewletbûnê bûne armanca enfala û komkujiyan. Ev ji sedê salan ve bi vî awayîye.
Heta dewleta Kurdistanê neyê ragihandin her kurd kandîdatê komkujiya ne û koçberiyêne.
Nabe ku tu aliyên Kurdistanî di rêya serxwebûnê de bibin asteng. Dema aliyek vê yekê bike xiyanetê li gelê xwe û niştiman bi xwe dike.
2.5.2015
Dara Bilek
18