Konferansek li Çewlikê
KONFERENSA BINGOLÊ
Gera nivîskarê Kurd a Zeynelabidin Zinarî ji bo konferens û semîneran, ev car li Zanîngeha Çewlikê (Bingol) hatiye domandin.
Li ser vexwendina Beşa Kurdî a Çewlikê, konferen 27/04/2015, saet 09.00 dest pê kiriye. Li dora 300 xwendekarên zanîngehê û gelek mamosteyên beşên cuda beşdarî konferensê bûne.
Zeynelabidin Zinar bi taybetî li ser van xalan rawestiyaye:
– BERPIRSYARIYA REWŞENBÎRAN
– GIRINGIYA AXAFTINA KURDÎ
– GIRINGIYA XWENDINA KURDI
– GIRINGIYA NIVÎSANDINA KURDI
– GIRINGIYA NIVÎSANDINA FENTEZIYAN
– GIRINGIYA RÊZGIRTINA LI HEYÎNÊN TOREYÎ
– DURBÛNA JI PEYVÊN TOREDERÎ
– GIRINGIYA XWENDINA ROMANA KURDÎ
– GOTINÊN WATEDAR
– DEWLEMENDIYA ZIMANÊ KURDÎ
– FOLKLORA KURDÎ
– GIRINGIYA BIKARANINA INTERNETÊ
– GIRINGIYA ZEWACA HEVCÛNÎ
– REWŞA JINA KURD
Axaftina Zeynelabidin Zinar saet 11.45 bi dawî bûye û bi qederê nîv saetê jî bersiva pirsên temaşevanan daye.
SEMÎNER
Ey roj semînera Zeynelabidin Zinar jî saet 13.30 li pola Beşa Kurdî dest pê kiriye. Ji bilî 70 xwendekarên Beşê, xwendekarên hin beşên dî jî tê de beşdar bûne û bi tevahî li dora 130 xwendekarî bi balkêşî guhdarî kirine. Ji ber ku piraniya xwendekarên Beşa Kurdî yên Teza Bilind bûne, Zeynelabidin Zinar jî bi taybetî li ser metoda lêkolînê rawestiyaye û van babetên li jêrê pêşkêşê xwendekaran kiriye:
– ÇARÇOBEYA LÊKOLÎNÊ
– PÊNC XALÊN GIRÎNG ÊN LÊKOLINÊ
– GIRINGIYA LÊKOLÎNÊ
– LÊKOLÎNA LI ZARAVAYAN
– DI LÊKOLÎNÊ DE KARÊ BERHEVKIRINÊ
Semîner saet 16.30 bi dawî bûye.
Zeynelabidin Zinar li ser navê Beşa Kurdî ji aliyê Prof. Dr. Hesen Çiftçî ve bi biketekê jî hetiye xelatkirin.
Rojeva Kurd/Çewlik