Gelo kî “pêvajoyê“provaka dike
Bûyera ku li Agirî çêbûyê û di encam de kuşti û birîndar çîbûn wek pravakasyonekî hate nirxandin.
Aliyên hukumetê jî vê wek provakasyona pêvajoyê û herweha PKK jî vê bûyerê pravakasyon dinirxîne. Pirsek tê bîra mirov gelo eger herdu alî vê daxuyaniyê bidin kî pravakasyonê dike?
Hukumet vê yekê gelek bi tundî şermezar dike û dibêje HDP ji bo dengê xwe bilind bike cardin dixwaze çekan bi kar bîne da ku xelkê herêmê tehdît bike.
Herweha di vê derbarê de KCK jî daxuyaniyek nivîskî belav kir û dibêje:“Em Yalçin Akdogan û AKP’ê hişyar dikin! Eger hînê bi agir bilîzin, wê dawî li xwe bînin, wê bi tenê xwe bişewitînin. Di rewşeke ku em li gorî ruhê pêvajoya agirbestê tevdigerin de dewleta Tirk her roj bi balafirên şer û keşfê, bi obus û topan êrîşî herêmên gerîla dikin. Li ser bingeha parastina rewa, ev êrîş wê qat bi qat bersiva xwe bibînin.“