Îtla'ata Îran, YNK û PKK dixwazin Êzdiyan perçe bikin
Berpirsekî bilindê Êzdiyan eşkere dike ku pêkanîna hêzê Heşdî Şe’bî li nav Êzdiyan ji aliyê Heyder Şeşo ve tevlîhev kirina karubarên navxweyî ya Êzdiyane.
Ew berpirsê Êzdî dibêje hinek kesên li nav YNK û Cemîl Bayik li nav PKK bi fermana Îtla’ata(Îstîxbarata) Îranê dixwazin Êzdiyan li ser dû bereyan dabeş û perçe bikin.
Her wiha Heşdî Şe’bî lîstikeke tirsnaka Îrane li nav Êzîdiyan û dixwazin bi vî rêyî hêzek dijî hêzên Pêşmerge li wan navçeyan dirust bikin. Pêkanîna Heşdî Şe’bî jî li Şingalê ku bi fermana Îranê ve bi destên YNK û PKK ve hatine dirust kirin mebesta wan ne azadkirina Şingale, belku ji bo wê yekê ye ku piştî azadkirina Şingalê xwe li ser Şingalê bisepênin.
Bi mixabinî li nav Êzîdiyan de Heyder Şeşo bûye lîstikvanê vê lîstokê û xwestiye bazirganiyê bi Êzdiyan bike. Li vê rêyê ve ji bo bi destanîna destkeftên takekesî û hîzbî pereyekî zêde ji Bexdayê wergirtiye.
Wekî tê zanîn Pêşmerge xwîna xwe ji bo azadkirina Şingalê kiriye qûrban û heta niha jî şerê Daîşê û lîstikên bi vî awayî dike.