Bi helkefta roja Parastina Tendirustiya Cîhanî û bi mebesta paqij ragirtina xwarin û xwarinên li nav wargeh û cihên hejarnişînên li Herêma Kurdistanê û çawayiya xweparastina wan ji nexweşî û belavbûnê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmetek da 5000 posterên taybet bi paqij ragirtina xorek û xwardemeniyên li nav hemû wargehên li Herêma Kurdistanê da helawest û dabeşkir.
Roja 07/04/2015 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya parastina tendirustiyê, bi taybetî ji bo penaberên wargehan û cihên hejarnişînan û agahdarkirina wan ya ji sedemên tûşbûna nexweşî û wan ziyanên tendirustiyên rûbiruyê wan dibe û çawayiya xweparastina wan, li helmetek da li hemû wargehên penaberan li Herêma Kurdistanê, posterekî taybet bi paqij ragirtina xorek û xwardemeniyan helawest û dabeşkir ku ew rênimayî bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Kurdî ya Kurmancî Latînî hatine nivîsîn û li ser penaberan da dabeş kir.