Polîtîk

Ban Ki Moon daxwaza lêborînê ji Kurdistanê kir

Îro dûşem 30.03.2015 Ban Ki Moon Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî dilgiraniya xwe nîşan da ku ji bilî wê yekê ku wî gelek pê xweş bûye lê belê bi sedema kêmbûna demê nekariye serdana Herêma Kurdistanê bike. Her wiha ji bo serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstên Da’îş pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û serxweşiyê li malbatên şehîdên Pêşmerge kir û behsa rola hêzên Pêşmerge yê li şikandina terorîstên Da’îş kir.

Her li vê peywendiya telefoniyê da Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî destxweşiyê li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku yarmetiya koçber û penaberan dane û ragihand ku rêxistina Neteweyên Yekgirtî hewl dide li hevkarîkirina Herêma Kurdistanê ya ji bo hewandina koçberan berdewam bibe û asta hevkariyan jî zêdetir bike. Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xweşhaliya xwe nîşan da ku peywendiyên di navbera Herêm û Bexda li qonaxekî baştir dane û hewldanên ji bo çareserkirina giriftan de jî berdewamin.

Back to top button