Polîtîk

Nama Ocalan gihandin serokwezîrê Kurdistanê

Parlementerên HDPê Leyla Zana û Sirri sureya nameya Ocalan gihandin serokwezîrê Kurdistanê.

Parlementerên HDPê Leyla Zana û Sirri Sureya Onder nameya Ocalan  gihandin serokwezîrê Kurdistanê. Li Hewlêr serokwezîr pêşwaziya parlementerên HDPê kir. Di hevdîtinê de behsa pêvajoya ku li Tirkiye Kurdistana Bakur heyi hate kirin.

Zana û Onder dan xuyakirin ku Ocalan ji bo arikariya pêvajoyê spasiya serokwezîrê Kurdistanê dike.

Nêçîrvan Barzanî jî got:Wek çawa ji destpêkê ve herdem me piştgirî û alîkariya wê pêvajoyê kiriye, bi heman awayî em dê berdewam bin û ji bo vê yekê jî her erkek bikeve ser milê me, emê cîbicî bînin.”

Back to top button