Polîtîk

Deklerasyona PAKê ya hilbijartinê

PAK beşdarî hilbijartina 7ê Hezîranê nabe, ji bo hilbijartinê hevbendîyan nake
Meclîsa Partîyê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) di 1 û 2yê adara 2015an de li Dîyarbekirê civîya, hilbijartina 7ê hezîrana 2015an nirxand. Li gor perspektîfên civîna Meclîsê, Meclîsê ev wezîfe da Komîteya Bireveberîyê ya Navendî (KBN). Komîteya Bireveberîyê ya Navendî (KBN) jî di 29.03.2015an de li Stenbolê civîya û di civînê de şiklê dawî da deklerasyona hilbijartinê.

Berî civîna Meclisê,  du mehan li gor biryara KBN (Komîteya Birêveber a Navendî) di nav endamên partîyê de li ser hilbijartinê guftûgoyeka navxweyî hat kirin. Ev guftûgoyên navxweyî  yên bi mebesta destnîşankirina bîr û bawerîyên endaman hatine kirin, nîşaneyeka girîng e ku PAK di cîhana siyasî ya  Kurdistanê de rêxweşkira kultureka nû ya polîtîk e.

Tevî van guftûgoyan û berî civîna Meclisa Partîyê, em bi alîyên din yên siyasî yên Kurdistanê re civîyan. Serokên giştî yên PAK, HAKPAR, PDK-BAKUR, TKDP û KADEPê guftûgo li ser hilbijartinê kirin.
Her weha HDP bi seredaneka resmî ji PAKê xwast ku di hilbijartinê de hevalbendîyê bikin.

Hilbijartin, Parlamento û  Hevbendî

A-Mîna pirsgirêkên neteweyî  yên li dinyayê, pirsgirêka kurd û Kurdistanê jî bi encamên arîtmetîk yên hilbijartinan çareser nabe. Ev pirsgirêk dawîya dawî wê li ser bingeha hebûna  du netewe û du welatan; yan bi lihevkirina her du alîyan, alîyên Kurdistan û Tirkiyeyê, yan jî li gorî radeya gelê Kurdistanê çareser bibe. Çareserîya pirsgirêkê di dana dengan de dîtin, her kesekî wekî takekesek hesibandin, hem bêçareserî ye, hem jî înkara hebûna miletê kurd û Kurdistanê, nedîtina prensîpa wekhevîya neteweyan e.

B-Berî hemûyan Parlamentoya Turkiyeyê, piranîya dezgehên dewleta Tirk li ser bingeha înkara  hebûna kurd û Kurdistanê hatine damezirandin. Lîteratura dewletê bi tevahî li gor sîstemeka nijadperest, cudaker û azardanê ava bûye. Mirov dikare di sûnda parlamentarîyê û sûnda karmendîyê, di qanûna partîyên siyasî, Destûra navxweyî ya Parlamentoyê, û biryarnameyên huqûq û perwerdeyê de vê yekê pir zelal bibîne.

C-Lê helbet, vê rastîyê ew şans nedaye gelê kurd û Kurdistanê ku van dezgehên dewletê ji binî tune bihesibînin. Ev dezgeh di hemû alîyên jîyanê de hene û lewra jî berê kurdan daye wê riyê ku hem ji bo guherandina vê ferasetê xebatê bikin, hem jî ger roja wê hat, di van dezgehan de cih bigrin, wan bi kar bînin.

D-Li gor me (PAK), mirov nikare ji mercên objektîf û subjektîf  re çavên xwe bigre, mustewayê pêşketina têkoşîna neteweyî, konjuktura îro, tesîra van dezgehan li ser civatê û potansîyela bikaranîna van dezgehan nebîne. Eger ev dezgeh li ser înkara kurd û Kurdistanê jî hatibin damezirandin, ne siyaseteka rast e ku mirov ji binî înkara wan bike û loma jî beşdarî  hilbijartinên parlamentoyê, beşdarî ” parlamento”yê , yan dezgeheka din nebe.

E- Lewra PAK beşdarîya hilbijartin û parlamentoyê jî, boykotê  jî , beşdarîya    hilbijartinê  lê neçûna bo parlamentoyê jî, yan jî wek platformeka xebatê  beşdarîya karê parlamentoyê jî li gor merc û rewşê dest nîşan dike. PAK bi vê perspektîfa piralî û berfireh li meseleya hilbijartin û  parlamentoyê dinere.

F- Meclîsa Partîyê ya PAKê giring dibîne û dide diyarkirin ku diyaloga di navbera  PAK, PDK-BAKUR, HAKPAR, KADEP, PDKT, PAKURD û Hereketa Azadîyê de, divê ne helwest û têkilîyên  bi helbijartinê ve girêdayî be,  divê ev diyalog bi awayekî berfireh û mayinde her berdewam be  û veguheze tifaq, hevkarî û hevpiştgirîyeke dewamî.

G-PAK dilxwaza hevbendîya li ser perspektîfa netewî  ya digel hemû partîyên kurd û Kurdistanê ye. Eger hevbendî pêk neyê jî, em alîgir in ku rêyên dîyalog û hevkarîyê sedî sed vekirî bin. PAK her weha alîgir e ku bi hemû alîyên li dijî şovenîzmê ne,  yên azadîxwaz, demokrat û wekhevîxwaz  yên li Tirkiyeyê re jî dîyalog, hevbendî û hevkarî hebin.

H-.Ji ber ku PAK partîyeka nuh e wextê têrê nekirîye  di wê hêjmara pêwîstî pê heye rêxistinên xwe damezirîne  da ku li gor qanûnên hilbijartinê yên Tirkiyeyê  bikaribe li ser navê xwe beşdarî hilbijartinê bibe.

I-Ji ber PAK partîyeka nuh e, rewşa me dest nade ku em hemû amadekarîyên organîzekirina hilbijartinê bi cih bînin. PAK nuha xebata xwe ya esasî hûnandina rêxistina PAKê dibîne, grîngîyê dide vê yekê.Lewra jî em rast nabînin ku ne li ser navê xwe, ne bi namzedên serbixwe û ne jî bi hevbendîya digel partîyeka din beşdarî hilbijartinê bibin.

Î-Meclisa PAKê bi hûrgilî  pêşnîyara HDPê ya hevbendîyê nirxand. Berî her tiştî pêwîst e em  ji ber vê pêşnîyarê sipasîya HDPê bikin. Meclisa PAKê li ser pêşnîyara HDPê ya ji bo hilbijartinê xalên li jêr dest nîşan kirin:

    1-Ev nêzîkî du salan e ku HDP û PKK bi dewletê re bi navê ”pêvajoya çareserîyê” hevdîtinan dikin. Di van du salan de, di vê derbarê de tu hewlên wan yên jibo hevbendîyekê bi dor û berên Kurdan re nebû ye. Herweha  PAK jî têde HDPê di vî warî de tu  agahdarî jî nedaye tu rêxistineka kurdî. HDPê  PAK jî têde bêyî ku şêwra xwe digel alîyekî kurdî bike, bêyî ku digel wan biryara hilbijartineka muşterek bide, bi tena serê xwe biryara beşdarbûna hilbijartinê daye, sitratejîya xwe ya hilbijartinê tesbît kirîye.

    2-Meclisa PAKê dest nîşan kiriye ku programa HDPê ya ”Tirkîye welatê hevbeş  –muşterek- e , cumhurîyeta demokratîk, neteweya demokratîk, tirkiyeyîbûn”, siyaseta HDPê ya heta nuha meşandîye û   10 ”bendên mizakereyê” yên Ocalan aşkere kirîye û daxwaza PAKê ya bingehîn ji hevdu cuda ye. Lê PAK, bileqsê HDPê  hebûna kurd û Kurdistanê, mafê bi awayekî azad xwe îdare kirina li ser axa Kurdistanê, mafê dewletbûnê  û statu bidestxistinê diparêze. Li gor PAKê bername û daxwazên HDPê rê li ber çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê venakin.

    3-Meclisa PAKê bêguman pêşnîyarên mîna hevbendîya hilbijartinê yên demkurt red nake. Lê  tecrubeyên ”hevbendî” û ”deklerasyonên hevbeş” yên berî nuha ku tu cara bi cih nehatin, bi siyasetên dijber di pratîkê de hatin red kirin, li ber çavan in. Lewra tecrubeyên berê piştguh kirin û  bi tenê ji bo em bêjin ”va ye  me yekitî çêkir”, ji bo soz û qewlên bi tenê di nav rêzên ”deklerasyonan” de dimînin, bi tenê ji bo bidestxistina ”çend parlamenterîyan”  îmzekirina ”hevbendîyan”  dê zîyanê  bide mîsyon û doza me. Doza kurd û Kurdistanê pir û pir pîroztir e ji bazara parlamenterîyê û nabe ku bibe aletekî bazarê. PAK  heta îroj tu carî neketîye nav bazarîyên weha  û ji vê û şûnde jî ew ê nekevê, wê wek navê xwe di vê derbarê de jî pak bimîne..

    4-Piştî civîna Meclisa PAKê hevbendîyeka hilbijartinê bi navê ”Hevbendîya Hilbijartinê ya Kurdistanî” beyanek ji bo raya giştî hat ragihandin. HDP ne di nav vê hevbendîyê de ye. HDP beşdarî vê ”hevbendîya bi tenê  navê wê hevbendî ye”  jî nebûye. Alîyên vê ”hevbendî”yê yek jî beşdarî hilbijartinê nabin. HDPê  ev ”hevbendî”  îmze nekirîye. Ev ’’hevbendî’’ bes wan  dor û beran girê dide  ku ewên  îmzeya wan tê de heye. Lewra mirov nikare ji bo beşdarên vê hevbendîyê behsa hevbendîya hilbijartinê ya bi HDPê re .

    J- Meclîsa PAKê di pirsa kurd û Kurdistanê de li gel careserîya bi rêyên  siyasî  û demokratîk e.  Ji ber vê yekê jî PAK piştgirîya rawestana şer ya di navbera PKK û dewletê de dike. Û dixwaze ev qonaxa bêşer berdewam bike. Lê qenaeta me ew e ku dewlet bi vê siyaset û pratîka xwe ya  ”pêvajoya çareserîyê” heta îro dixwaze çareser kirina pirsa kurd û Kurdistanê di nav demê de texîr bike,  ji bo jinûve xwe amadekirinê demê qazanc bike, gelê me mijûl bike. Pir eşkere ye ku mirov bêyî binav kirina pirsa kurd û Kurdistanê û bêyî ku li gor vê tesbîtê dest nîşan kirina  bernamên demkurt, navincî û demdirêj, nikare behsa ”pêvajoya çareserîyê” bike.

Ji bo yekîtîya neteweyî û demokratîk bernameya daxwazên aktuel

PAK ji bo yekîtîya hêzên netewî û demokratîk bernameya daxwazên aktuel weha dest nîşan dike:

Dewleta Komara Tirkîyeyê di 90 salên dawî ya dîroka xwe de bi siyaseta xwe ya înkar, qirkirin, jicihrakirin (tehcîr) û asîmîlasyonê, rewşa demografîk, civakî û neteweyî ya civata Kurdistanê ji bingeha wê ve gelek texrîb kiriye. Loma jî, ji bo jiholêrakirina encamên van texrîbatan têdikoşe da ku van hedefên rojane yên li jêr binavkirî bên bicîhanîn;

 ● Ji bona çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê bi riya siyasî, demokratîk û wekhevîxwaz, divê hebûna neteweya kurd û hebûna Kurdistanê, hemû mafên bingehîn yên neteweyî, hemû maf û azadîyên giş etnîsîte, dîn û mezheban bên nasîn. Divê ev maf bi Qanûna Bingehîn bên garantî kirin.

● Divê mafê gelê kurdistanê bê nasîn ku li ser axa xwe bi statuyekê bikaribe  bi awayekî azad   îdarekirina xwe bi destê xwe birêve  bibe.

● Divê hemû astengên li pêşîya azadîya fikir, bawerî û xwerêkxistinê ji holê bên rakirin û mafê kurdan yê bi navê nasnameya neteweyî û bi navê welatê xwe, xebata siyasî kirinê, bi rêya qanûn û destûrê bên garantîkirin.

● Li Tirkîyeyê û Kurdistanê divê şertên demokratîk, azad, adil û wekhev bên pêkanîn û ev şert di çarçoveya peyman û lihevhatinên navneteweyî de werin parastin û garantîkirin.

● Divê zimanê kurdî wek zimanê resmî bê nasîn û dewlet wek erkê dewletê perwerde û hînkarîya bi zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) bi cih bike.

● Divê hemû amadekarîyên qanûnî û destûrî yên pêwîst bên kirin da ku hemû kesên ji ber sedema pirsa kurd û Kurdistanê hatiye girtin yan cezakirin, mecbûrî jîyana penaberîya li derveyî welat bûye, mecbur hatiye hiştin ku şer bike û kesên mexdurbûyî bikaribin bêyî ku bi awayekî ji awayên lêpirsînê re rûbirû bibin, azad vegerin welatê xwe û bi azadî xebata xwe ya siyasî bikin.

● Divê baraja hilbijartinê ji binî de nemîne û mafê temsîla wekhev bê nasîn.

● Divê Sonda Parlamenterîyê ji nû ve bê dest nîşan krin: li gor etnîsîte, bîr û bawerîya her parlamenterekî/ê bibe xwedî naverokeka azadîxwaz û demokratîk.

● Divê hemû astengên qanûnî û pratîk yên li pêş jinan yên ku nahêlin jin bi mercên wekhev beşdarîya jîyana civakî bibin, bên rakirin. Divê programeka ”cudakarîya pozîtîf” ji bo vê yekê bi qanûnan bê garantî kirin.

● Divê hemû şerhên li ser Biryarnameya Otonomîya Rêveberîyên Deverî ya Awropayê hatine danîn, yekser bên rakirin û ev peyman bi hemû bendên xwe ve bê bi cih anîn. Divê hemû bendên Qanûna Bingehîn yên ku li pêş rêveberîyeka deverî asteng in û nahêlin hemû etnîsîte, dîn û mezheb beşdarî rêveberîyê bibin, bên guhertin.

 ●

● Li Kurdistanê divê hemû rêveberên dewletê û yên şarederîyan ji alîyê gelê Kurdistanê ve bên hilbijartin. Divê bi qanûnî hemû dezgeh û çalakîyên ewlehî, tenduristî, perwerdeyî û kulturî ji alîyê rêveberîyên deverî ve bên îdare kirin. Dahatên milî yên li Kurdistanê, berî her tiştî divê ji bo avakirina Kurdistanê û karûbarên rêveberîya deverî bên bi kar anîn.’’

● Li Kurdistanê hemû texrîbatên aborî, civakî, kulturî, ekolojîk, eskerî û siyasî li gel tevahîya encamên xwe, divê ji holê bên rakirin, ji bo tezmînkirina zerarên xelkê ku hatine sirgunkirin bi lez divê programek li ser bingeha cudakarîya pozîtîf were bicihkirin.

● Divê biryarnameyên li ser hilbijartin, partîyên siyasî, parlamento, perwerde û huqûqê, digel giş bend û têgehên di lîteratura qanûnî de û encamên wan, bên rawestandin. Her tevger û helwêsteka bi vî awayî divê wekî sucekê bê hesibandin û cezayê qanûnî bê dan.

● Divê hemû sermayeguzarîya eskerî li Kurdistanê bê rawestandin.

● Divê sîstema ”cerdevanîyê” bê rakirin.

● Divê hemû awayê sermayeguzarî û tedbîrên ku xwezaya Kurdistanê texrîb dikin, înşaatên bendavan ku mîratên dîrokî di bin avê de dihêlin û tevna ekolojîk xerab dikin yekser bên rawestandin.

● Divê qanûneka bingehîn ya nuh ku van giş daxwazan giş yên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê garantî dikin, bê amade kirin.

Bicihhatina van daxwazan di Qanûna Esasîyê û di  qanûnan de dê bibe destpêka  garantîya çareserîyeka aştîyane û siyasî.

ENCAM Û BIRYAR

PAK ji ber rewşa xwe ya taybet ya li jor hatiye gotin, beşdarî hilbijartina 7ê Hezîranê nabe. PAK ji ber sedemên ku di deklerasyonê de hatîye diyarkirin, bi tu partîyan re hevkarîya hilbijartinê nake.
PAK deng nade partîyên sîstema Komara Tirkîyeyê.

PAK di hilbijartina 7ê hezîrana 2015an de li gor  perspektîv û tesbîtên ku di deklerasyona PAKê de hatîye eşkere kirin, wê helwestê bigire. Partî û namzedên ku, bi awayekî eşkere di beyan û bernameyên xwe de Kurdan wek millet û Kurdistanê wek welat nebîne, bi nav neke  û hebûn û mafê statuya wê qebûl neke, cih nede maf û azadîyên demokratîk û neteweyî yên  kurdan, PAK wê di hilbijartinê de piştgirîya wan neke.

30.03.2015.
Meclîsa Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)


146

148

205

Back to top button