Cîhan
Em kurda ji dev HDPê ve bernadin
Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Yalçin Akdogan di axavtinek ya xwe de behsa pêvajoyê û helwesta HDPê kir.
Akdogan got: Me gavên gelek girîng avêtin. Me di bin navê projeya birayetiyê de guhertinên mezin pêkanîn.Dema me gavên erênî avêtin tu cara ev yek me nekir babetê bazarê. Tişta ji bo mafê gelê xwe me baş dîtî me kir.
Akdogan di derbarê HDPê de jî got: Em û HDPê rakibên hev yên siyasî ne. Emê gotubêjan bikin û hevûdin rexne bikin. Ev tiştek dine. Pêvajo bi awayek serkeftî encam bidê jî, dê li HDPê re tekoşîna me ya siyasî berdewam be.
Akdogan berdewamiya axavtina xwe de got: Em têgihandina siyasî ya HDPê qebûl nakin.Em bawer nakin dîtinên HDPê ji bo berjewendiyên kurdan be. Em kurda teslîmê dîtinên HDPê nakin.