Polîtîk

Zêdetirê 30.000 serbazên Îranî li Iraqê ne

Endamekî Lîjneya Asayîş û Bergiriyê li Encûmena Nûnerên Iraqê eşkere kiriye ku ji niha de zêdetirê 30.000 serbazên Îranî li Iraqê da ne.

Şaxewan Abdulla, Endamê Hevpeymaniya Kurdistanî û Lîjneya Asayîş û Bergiriyê li Parlemena Iraqê li daxuyaniyek de eşkere kiriye ku ji niha de serbazekî zêdeyê Îranî û hejmarekî zêdeyê şêwirmendên serbazî yên Îranî li Iraqê da ne ku hejmara wan zêdetirê 30.000 kes dibe.

Ew Endamê Encûmena Nûneran ragihandiye ku hejmarekî zêdeyê Îraniyan cilên mîlîşiyayên Heşdî Şe’bî li xwe dikin bo ku eşkere nebin û neyên nasîn.

Şaxewan Abdulla dûpat jî kir ku hatina vê hejmara zêdeyê serbaz û şêwirmendên Îraniyan binpêkirineke ber bi çavê serweriya Iraqe.

Hêjayî gotinêye ku ji niha de artêşa Pasdarên Îranî bi awayeke ber bi çav li proseya azadkirina Tikrîtê ji terorîstên Da’îş beşdar dike.

Back to top button